Elîf Haran: Tiştên li girtîgehan tên jiyîn girêdayê tecrîda li Îmraliyê ye

  • 09:06 22 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka MED- TUHAD-FED’ê Elîf Haran diyar kir ku tiştên li girtîgehan tên jiyîn girêdayê tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Şikandina tecrîdê wê bandor li ser hemû girtîgehan bike. Ev tecrîda 21 sal in didome, ji bo azadbûn, demokratîkbûn û aştiyê divê demildest bê şikandin.
 
Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Girtî û Malbatên Girtiyan re ya MED (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, tecrîda li ser Abdullah Ocalan û rewşa dawî ya li girtîgehan nirxand.  Elîfê diyar kir ku tecrîd 21 sal in li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Piştî berxwedana zindanan hinek hevdîtin hatin kirin. Lê Birêz Ocalan hîna di bin tecrîdê de ye. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re nayê kirin. Mafê telefonê tune. Bi awayekî kêfî mafê ragîhandinê ya bi Ocalan re hatiye qedexekirin.”
 
‘Tecrîd bi awayekî girankirî didome’
 
Elîfê da zanîn greva ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û li hemû girtîgehan belav bibû 7 mehan berdewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem li girtîgehan, hem li derve û hem jî li Ewropayê tevlîbûna van grevan pir zêde bû. Hedef ev bû tecrîd rabe û grev beyî mirin bi encam bibin. Wek hûn dizanin di grevan de 7 hevalên me çalakiyên fedayî pêk anîn. Ligel vê berxwedana dayikan li derve deng da. Piştî grevan 5 caran hevdîtin hat kirin. Lê hevdîtin dîsa hatin rawestandin. Em dikarin bêjin ku tecrîd hîn girantir didome.”
 
Elîfê bi lêv kir ku piştî grevê tecrîd li hemû girtîgehan hatiye pêkanîn û ev tişt anî ziman: “Piştî grevê hikûmetê li hemû zindanan tecrîd girantir kir. Mafê girtiyan ji dest hat girtin. Binpêkirinên mafan gihiştin asta herî jor. Binpêkirinên kêfî pêk tên. Cezayên hucreyê tên dayîn. Wek tolê bigirin li ser girtiyan jî pêkanînan dikin.”
 
‘Hikûmeta Tirkiyeyê sûc dike’
 
Elîfê anî ziman ku mafê girtiyan yên ragîhandin, hevdîtina bi malbatê re heye û ev di destûra bingehîn de jî cih digire û daxuyakirin ku ev di hiqûqa gerdunî de jî wek maf tên pêşkêşkirin, lê mixabin Tirkiye van asteng dike û sûc dike. Elîfê wiha got: “Piştî greva birçîbûnê sirgun jî zêde bûn. Dema girtî tên sirgunkirin jî tên derbkirin û bi rojan di hucreyan de dimînin. Bi rojan avê û nan nadin girtiyan. Lêgerîna tazî dikin. Girtiyên destûr nadin vê rastî şîdetê tên. Herî dawî hinek girtî mil û çîmê wan şikandibûn. Bi awayekî kêfî aktîvîteyên girtiyan tên astengkirin. Ligel vê malbatên girtiyan jî rastî zextan tên. Her wiha fatureyên girtîgehê jî bi girtî û malbatên wan didin razandin.”
 
‘Bi kelepçê dibin nexweşxanê’
 
Elîfê balkişand ser bi kelepçê dermankirina girtiyan û got bihêlin nexweşxaneyê girtiyan nabin revîrê jî ev tişt bi lêv kir: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ger bibin jî bi kelepçeyan dibin. Ji bo li girtîgehan mirin çênebin divê hikûmet demildest dest ji van pêkanînan berde. Em ê jî ji bo şikandina tecrîdê heta dawî têbikoşin.”