Qadeke aîdê jinên ciwan: Kaktus

  • 09:04 22 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL- Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus, wek nokteya hevdîtina jina ye hat vekirin. Endama Kaktusê Yaren Tuncer diyar kir ku wê li vê qadê li dijî zayendperestiyê bi jinan re nîqaş bikin û got wan xwestiye ku jinên ciwan yên li malê odeyek wan tune, bila komeleyek wan ya mezin hebe.
 
Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus li Kadikoy a Stenbolê ye û demek berê hat vekirin. Kaktus ji bo jinên ciwan qadek nû pêşkêş dike û li dîwarên wê wêneyên jinên şoreşger û pirtûkxana Şule Çet heye. Endama komeleyê Yaren Tuncer destnîşan kir ku ew ji Kaktusê dixwazin têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û got ew dixwazin li vir bi jinan re bên cem hev, rêxistin bikin, nîqaş bikin û bidin hînkirin.
 
‘Qadeke aîdê jinên ciwan tune’
 
Yarenê wiha got: “Piranî jinên ciwan, li malê wan odeyek aydê wan tune. Jinên ciwan li malê tenê daxwazên malbatê tîne cih. Qadek wan ya bi rehetî televîzyonê temaşe dikin, pirtûkan bixwînin tune. Jinên ciwan li tu derê qadek wan ya bên cem hev tune. Ji bo jinên ciwan hilberînin, bên cem hev, derfet nabînin. Jinên ciwan ji hev tên veqetandin û tecrîdkirin. Em bi tacîz, tecawiz û şîdetê re rûbirû dimînin. Dixwazin bi me bidin qebûlkirin ku; mafê te ji bo tu tiştî tune. Pergala serdest ya mêr tişta ferz dike ev e. Me jî di vê nokteyê de xwest tiştekî bikin. Me li ser vê Kaktus vekir.”
 
‘Em ê derbarê têkoşîna azadiya jinan de nîqaşan bikin’
 
Yarenê der barê xebatên xwe de jî nêrînên xwe anî ziman: “Em ê atolyeyên zimanan pêk bînin. Em ê ji vir fêr bibin, em ê zimanên din fêr bibin. Em ê wêneyan xêz bikin. Em ê dramayê fêr bikin. Em derbarê têkoşîna azadiya jinan de nîqaşan bikin. Em her yek Helîn Palandoken in. Em her yek Ceren Ozdemîr in. Em her yek Şule Çet in. Ger Şule Çet nehatiba qetilkirin, niha ligel me bûna, wê ew jî niha navbera me de bûna. Ji bo Şule Çet bijî di şexsê hemû jinên hatiye qetil kirin de me pirtûkxaneyek vekir. Em ê atolyeyan pêk bînin. Em ê felsefeyê li vir bi hev re nîqaş bikin. Em ê têkoşîna jinê û siyasetê li vir nîqaş bikin.”