ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2020'AN

  • 09:00 22 Sibat 2020
  • Rojev
*Xebatên li ser parastina ziman her ku diçe berfirek dibin. Leman Elmaz û Hînê Dîncer bal kişandin ser xebatên ziman û gotin: "Herî zêde li hemberî ziman û çanda gelan êrîş pêk tên. Ziman û çand jî hebûna civakê ne. Li dijî êrîşan divê em topyekûn têbikoşîn û xwedî li ziman û çanda xwe derkevin."DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Fîdan Reşo ya ji Efrînê ye derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got."Em ê heta dawî li dijî tecrîdê derkevin û xwedî li fikrê Rêber Apo derkevin. Ew ê fikrê Rêber Apo serkeftina me mayinde bike."  DÎMEN HEYE
 
*Komeleya Jinên Ciwan a Kaktus, wek nokteya hevdîtina jina ye hat vekirin. Endama Kaktusê Yaren Tuncer diyar kir ku wê li vê qadê li dijî zayendperestiyê bi jinan re nîqaş bikin û got wan xwestiye ku jinên ciwan yên li malê odeyek wan tune, bila komeleyek wan ya mezin hebe. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka MED- TUHAD-FED’ê Elîf Haran diyar kir ku tiştên li girtîgehan tên jiyîn girêdayê tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: “Şikandina tecrîdê wê bandor li ser hemû girtîgehan bike. Ev tecrîda 21 sal in didome, ji bo azadbûn, demokratîkbûn û aştiyê divê demildest bê şikandin. DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku hikûmet bi sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ tacîz û tecawizê rewa dike û got ev qanûneke ji bo serê tacîz û tecawizê bê girtin tên kirin û li dijî vê têkoşîneke rêxistinkirî divê pêk bê. DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Tora Parastina Jinan bi dirûşma ‘Em jiyanê ji nûve ava bikin’ ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin û wê gelek bernameyan jî pêk bînin. Buse Uçer bang li jinan kir ku dakevin qadan û got: “Em ji bo heqîqetê derxin holê tên. Wek di ya Las Tesîsê de, wê bibe pêvajoya teşîrkirina gumanbaran.” DÎMEN HEYE 
 
*Xwendekarên Zanîngeha Artukluyê diyar kirin ku ji aliyê ewlehiya zanîngehê ve di bin navê ‘sohbetê’ de rastî acîzê tên, îdiakirin ku ewlehî ji bo hinek xwendekaran dibêje ‘Di polê de kesên bi mamosteyan re siyasetê diaxivin ji me re bêjin. Hûnê ji ezmûnan derbas bikin. Hûnê bê pere di yurdê de bimînin.’