Ji bo zarokan çalakiya zimanê zikmakî hat lidarxistin

  • 20:05 21 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Koma Muzîkê ya MA'yê bi munasebeta roja zimanê zikmakî ya navneteweyî çalakî li dar xistin. 
 
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Koma Muzîkê ya Mezopotamyayê (MA) bi munasebeta roja zimanê zikmakî a navneteweyî di komeleya xwe ya li Dîjle Kentê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Roja zimanê dayikê ya navneteweyî pîroz be"hat daliqandin. Hevseroka Tora Ziman û Çanda Kurdî Cevahîr Sadak û koordînatorê Akedemiya Ma muzîkê Şêrko Kanîwar beşdarî çalakiyê bûn û axafina vekirinê kirin.
 
Di çalakiya ku di jimareke zêde de zarok û malbat beşdar bûne de, Xoşyar Pêşeng helbestên zimanzan û nivîskarên dewlemend ên weke Celadet Ali Bedirxan, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj xwend
 
'Bi kurdî parvekirinan bikin'
 
Cevahîr wiha dest bi axaftina xwe ya vekirinê kir:" Zarok pêşeroja civakê ne. Divê em wan bi zimanê wan bidin mezinkirin. Ango li her qadê bi Kurdî bi wan re bipeyîvin. Cevahîrê di dawiya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku bi Zimanê Kurdî di medyaya civakî de parvekirinan bikin. 
 
Şêrko Kanîwar jî bi pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî re got werin em bi hunerê zimanê xwe bidin jiyandan.
 
Herî dawî Koroya Zarokan a Ma Muzîkê li ser dikê stranên weke "Zimanê Kurdî, Newroze cejna me pîroze" sitirandin.