TJA'yê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir

  • 14:42 21 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya TJA'yê ku wê li 4 bajaran mîtîngê li dar bixwe aşkera bû.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bernameya xwe ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir.  TJA'ya ku amdekariyê dike li 4 bajaran mîtîngê li dar bixwe, wê li bajarên herêmê jî bi jinan re bê gel hev û bi çalakiyên cur bi cûr 8'ê Adarê pêşwazî bike. 
 
Wê li 4 bajaran mîtîng bên lidarxistin
 
Li Êlihê di ji bo mîtînga ku wê di 7'ê Adarê de bê lidarxistin wê Berdevka Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr, û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Mîtînga ku wê di 8'ê Adarê de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bê lildarxistin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo Mîtînga li Amedê jî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka DBP2ê Salîha Aydenîz, ji bo Mîtînga li Wanê bê lidarixstin jî wê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acara Bajaran tevlli bibe.