Nuran Îmîr: Li dijî asîmîlasyonê malên xwe bikin dibistanên kurdî

  • 14:14 21 Sibat 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Di pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê de derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxûyaniyê hat dayîn.  Di daxûyaniyê de Nuran Îmîr axivî. Nuran Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Li dijî polîtîqayên asîmîlasyonê, divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî.  Bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin û çanda xwe biparêzin. Divê em bi kurdî biaxivin, binivîsin û bikenin û xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”
 
Di pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîrê daxûyanî hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê nuran Îmîr, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyanî ji aliyê rêvebira HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksu ve hat xwend.
 
 Zozan, di serî de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû kesî pîroz kir û wiha got: “Tevî ku erdnîgariya em li ser  dijîn di nava xwe de pir çandî, pir zimanî û pir olî yê dihewîne ji lê, ji avabûna komarê heta niha bi sedema polîtîkayên yekperestiyê cudatiyên di nava gelan de her ku diçe tune dibin. Zimanên ku li ser vê erdnîgariyê dijîn ji aliyê serdestan tên tunekirin û bi qedexeyên tund bihelînin û ji holê rakin.  Bi naskirina pir çandî û pir zimaniya vî welatî re rê li ber aştî, aramî û wekheviyek mayînde vebû û ev jî hevgirtina civakî bi hêz dike. Ev yek hem di nava civakê de, hem jî di navbera civakan de dibe wesîleya aşitiyek mayînde. Vê yekê rê li ber biryara UNESCO ya pîrozkirina zimanên zikmakî yên navnetewî vekiriye.
 
‘Xwedî li zimanê dayikê derbikevin’
 
Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û wê jî bi lêv kir ku di komara Tirkiyeyê de gelê kurd û Kurdistanê ji damezrandina komarê heta  îro di bin qedexeyan de li zimanê xwe xwedî derketin û wiha pê de çû: “Bi salane kurd ji bo parastina çand, ziman û hûnerê têkoşînek bêhempa dimeşînin.  Zimanê me tê îmha û înkarkirin. Em tu carî vê ferasetê qebûl nakirin û em ê li ber xwe bidin. Îktîdarê bi sedan saziyên me yên ziman girt. Ev dijminatiyeke li dijî kurdan e. Asîmîlasyonek bê ehlaqî li ser zimanê me tê meşandin. Li dijî polîtîqayên asîmîlasyonê, em kurd divê malên xwe bikindibistanên kurdî.  Bi ziman û çanda xwe zarokên xwe mezin bikin. Em kurdî biaxivin, binivîsin û bikenin. Em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”
 
Piştî daxûyaniyê HDP’yî çûn serdana Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek.