Şêniyên Şengalê: Bila gorên komî bên vekirin

  • 13:16 21 Sibat 2020
  • Rojane
Viyan Said
 
ŞENGAL - Şêniyên şengalê yên ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî wan kirin û di encamê de gelek kes hatin kuştin, girtin û revandin ku yên mayî jî niha gelek xizmên wan winda ne daxwaza bila gorên komî werin vekirin kirin.
 
Di encama fermana 3 tebaxa 2014’an de bi hezaran kesên êzidî ji cih û waren xwe koçber bûn, jin û zarok hatin revandin û gelek ji wan jî hatin qetil kirin. Li gel ku di ser fermanê re 6 sal derbas bûn heta niha hîna aqubeta gelek kesî ne diyar e û winda ne. Kesên hatin qetilkirin jî di gorên komî de hatin veşartin û heta niha li ser van gorên komî yên Şengalê tu lêkolîn nehatiye kirin.  Kesên ku equbeta zarok û xizmên wan nediyar e, daxwaza vekirina gorên komî dikin û anîn ziman ku hestiyên zarok û xizmên wan jî mabin bila ji wan re bên dayîn.
 
'Em li hestiyên zarokên xwe digerin'
 
Dayika bi navê Leyla Celal anî ziman ku dibe xizmen wan di nav gorên komî de bin û dixwazê kesên di gorê komî de kî ne werin diyarkirin. Leyla ya ji gunde Herdanê yê şengalê ye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got ; “ Di fermanê de zarokê min jî ketin destê DAÎŞ’e. Ji malbata me tenê nezî 40 kesî ketin destê DAÎŞ’e. Ji roja ku ketin destê DAÎŞ’e heta îro em nizanin çi ji wan hatiye. Kesên ku di nav gorên komî de jî cih digirin kîne em nizanin. Yên ji malbata me hatinê rizgarkirin jî me bi hewildanên xwe rizgar kirin. Me gelek jin û zarok rizgar kirin Lê xort çi ji wan hatinê em heta niha jî nizanin. Tu kes ji wan heta niha ne hatiyê rizgarkirin. Weke malbat me tu agahî ji wan negirt. Heta roja îro me gelek caran daxwaz kir ku ev gorên komî vebin û werin lekolînkirin. Ji bo ku em bizanibin kî di van gorê komî de cih digirin û qet nebe em xwedî li hestiyên miriye xwe derkevin. Me gelek caran ji hikumetê daxwaz kir û serî li cihe pewist da lê heta niha jî tu hewildan di vî alî de çênebû ye. Ev 6 sal in zarokên me di bin axê de ne lê em nizanin kî ne. Em dibejin edî bese bila li ser vê daxwaza me bisekinin û em bang dikin ku gorên komî werin lekolîn vekirin û lêkolînkirin.”
 
'Berpirs hikumeta Iraqê ye'
 
Ji Şenîyên  gunde Herdan Hisen Xelef jî ev tişt got; “Di serî de daxwaza me ew e ku edî xwedî li van gorên komî derkevin. Pewîste ku her kes xwedî li van gorên komî derkevin. Ji ber yên di van gorên komî de ne zarokên me ne. Em roj  bi roj tînin ziman lê tu kes xwedî li van gorên komî dernakeve. Berpirsiyare fermana ku hatiye serê me hikumeta Iraq bi xwe ye. Lê îro jî em lê meze dikin dîsa kujeran diparêze. Em weke şêniyên Şengalê daxwaz dikin ku xwedî gorên komî derkevîn û ev gor bên lêkolînkirin.”