'Pirzimanî gelan tîne ba hevdu'

  • 13:09 21 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi boneya 21'ê Sibata 2020'an daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin pirzimanî gelan tîne ba hevdu.
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi boneya 21'ê Sibata 2020'an daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê, rêveberên navçeyê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya HDP'ê hat dayin, bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê Perîhan Agaoglu hat xwendin. Di daxuyaniyê de girîngiya ziman derket pêş. Perîhanê da zanîn ku zimanê li vî welatî zimanên cuda di bin zextê de ye. Perîhanê wiha dewam kir:"Hinek zimanên ku li Tirkiyeyê dihatin axaftin tune bûne. Pirzimanî pêşiyê li çareseriyê vedike. Rêzdariya ji bo ziman dibe sedema yekîtiya gelan. Loma divê em xwedî li hemû zimanan derkevin."
 
Her wiha Perîhanê binçavkirina 5 kesan a serê sibehê şermezar kir. Perîhanê bi lêv kir ku ew ê îktidar bi van polîtîkayan serî bi wan nede tewandin û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.