'Em ê bi rixê Sêvê, Pakîze û Fatmayan di 8'ê Adarê de li qadan bin'

  • 09:19 21 Sibat 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên navçeya Silopiyê anîn ziman ku ew ê bi rihê berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatma biçin 8’ê Adarê û wiha gotin: “Em ê di 8’ê Adarê de li dijî qirkirina jinan êrîşên zayendî ên li dijî zarok li qadan dengê xwe bilind bikin.”
 
Bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re ku jin amadekariya çalakiyan dikin li bajarê Herêmê û yên Tirkiyeyê jin ketin tevgerê. Ji bo jinên li herêmê hin bajarên ku wê çalakî li wan bên li darxistin jî bêhtir girîng in. Ji van cihan yekê jê jî navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye ku ji bo jinan çalakiyên bên lidarxistin bêhtir bi wate ne. Ji ber ku li vê navçeyê Endama PM'a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK'ê hat girtin Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir, di 4'ê Çileya 2016'an de di dema qedexeya derketina kolanan de lê hatibûn qetilkirin.  3 jinên siyastmedar li navçeya di bin dorpêçê de li gel xwedî derketibûn û jin jî bi vê minasebetê wê di 8'ê Adarê de li navçeyê bi hemû hêza xwe derkevin qadan. 
 
Ji jinên siyastmedar ên navçeyê, rêvbera HDP'ê  Asya Akin anî ziman ku ew ê di 8'ê Adarê de bi rihê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku jiyana xwe ji dest dan derbikevin qadan.
 
'Em ê bi rihê têkoşer ê jinan biçin 8'ê Adarê'
 
Rêvebera HDP’ê ya navçeya Silopiyê Asiye Akin di serî de 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li hemû jinan pîroz kir û got ku ew hêvîdar e 8’ê Adarê bibe wesîleya azadî û aştiyê. Asya,bi lêv kir ku çawa dema 8’ê Adarê nêz dibe bihar tê gûl vedibin jin jî bi daxwaza di bin zextên mêran de xilas bibin û azad bibin wê rojê dadikevin qadan û wiha domand: “Dema mirov li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêre her roj jin tên kûştin û qetilkirin. Sala 2019’an bi qetlkirin, êtîşên zayendî li dijî zarokan, destavêtin û tecawizê derbas bû. Ji aliyekê dinê ve jî li dijî pergala baviksalarî û êrîşan berxwedanek hebû. Dema mirov dibêje berxwedan li Cizîrê Asya û Dayika Taybet, li Şirnexê Bişeng, li Silopiyê jî Sêvê, Pakîze û Fatma tên bîra mirovan. Bi pêşengiya Sêvê, Pakîze û Fatmayan Silopî bû bajarê jinan. Em ê îsal bi rihê berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatmayan biçin 8’ê Adarê û li qadan bin. Em ê xwedî li mîrasa wan derkevin. Me berxwdana sê jinan dewr girt û em ê têkoşîna wan mezin bikin.”
 
‘Em ê jin bi hev re bi ser kevin’
 
Asya, di berdewamiya axaftina xwe de banga tevlibûna 8'ê Adarê li jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî her sal em ê îsal jî di 8’ê Adarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Em ê bi berxwedana xwe êrîşên li dijî jinan bidin sekinandin û têkoşîna xwe mezin bikin. Em bang hemû jinên cîhanê Botanê dikin û dibêjin werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ku di sala 2020’an de êrîşên zayendî li dijî zarokan, qirkirina jinan, destdirêjî û tecawiz bên sekinandin. Ji ber vê jî divê em dengê xwe bikin yek û bilind bikin. Em êdî nikarin televîzyonan vebikin, dema ku em vedikin em bi qirkirina jinan û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan re tên rûhev. Dema me dengê xwe bilind kir, li dijî êrîşan li ber xwe da wê demê em ê bi ser kevin. Em ê jin bi hev re bi ser kevin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8'ê Adarê de derkevin qadan û dibêjim werin em bi hev re dengê li dijî êrîşan bilind bikin.”  
 
 ‘Sala 2020’an dê bibe sala berxwedanê’
 
Endama Meclîsa Giştî ya Navendî Asuman Kulter jî diyar kir ku jin bi salane li dijî hemû zext û zordestiyan li ber xwe didin û têkoşiyane û ev tişt got: "Dema ku em dibêjin 8'ê Adarê êrîşa zayendîya li dijî zarokan û  zextên li dijî jinan tên bîra mirov. Bi salan e jin koletiyê dijî, tên tecawizkirin û  qetilkirin. Sala 2020’an dê bibe sala mezinkirina berxwedanê. Ger ku em berxwedana xwe mezin nekin em careke din paşve biçin. Ji ber vî jî divê em tim li qadan bin û berxwedana xwe mezin bikin. Her ku em bêdeng dimînin êrîş zêde dibin.”
 
‘Em ê xwedî li mîrasa wan derbikevin’
 
Asuman, di berdewamiya axaftina xwe de 3 jinên siyastemedar ku berî bi 4 salan li Sîlopiyê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî bi bîr xitin û ev tişt got:  “Berxwedana sê jinên siyasetmedar û cenazeyê Dayika Taybet ku 7 rojan li kolanan ma û têkoşîna wan nîvco ma em dewr digirin û em ê bi rihê berxwedana wan biçin 8’ê Adarê. Em ê xwedî li   berxwedana wan derbikevin. Em ê di 8’ê Adarê de bibin dengê sê jinên siyasetmedar, jinên tên qetil kirin û jinên ku nikarin dengê xwe ragihînin.”
 
‘Roj roja piştevaniyê ye’
 
Asuman, herî dawî got ku sala 2019 bi qirkirina jinê û li dijî vê qirkirinê bi têkoşîna jinê derbas bû. Asûman herî dawî ev bang kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em jin dê bi berxwedan û têkoşîna xwe bi ser kevin. Dema em li ber xwe bidin em ê bi ser kevin. Roj roja piştgiriyê ye.”