‘Qedexekirina perwerdeya zimanê dayikê, binpêkirina mafê zarokan e’

  • 09:17 21 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe diyar kir ku di Peymana Mafê Zarokan de zimanê dayikê wek mafê sereke tê nasîn û got: “Dewlet bi qedexekirina zimanan, mafê zarokan binpê dike. Divê dest ji vê zîhniyetê berdin. Divê pêşniyareke çareseriyê ya ku ziman û çandan dihewîne, bînin.”
 
Di 21’ê Sibata 1952’an de li Pakîstanê, xwendekarên zanîngeyê yên hewl didan zimanê Bengalî bidin jiyîn, çalakî pêk anîn û di çalakiyan de gelek xwendekar hatin qetilkirin. Li dijî ferasetên ku pirzimanî û çandî qebûl nedikirin di 1999’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê (UNESCO) 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê îlan kirin.
 
Hevseroka Şaxa Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe, der barê girîngiya ziman, astengiyên li pêş perwerda zimaneyê dayikê pêşniyarên çareseriyê de nirxandin kir.
 
Hatîceyê diyar kir ku bidestxistina nasnameyê, civakîbûn û fêrkirina nirxan bi zimanê dayikê pêkan e û got: “Bi taybet di perwerdeyê de fêrkirina têgehan bi zimanê dayikê pêkan e. Dema bi zimanê dayikê perwerdehî tune be, zarok di pêvajoya herî krîtî de rastî zimanekî din tê. Ev jî dibe sedema cudaxistin, necivakîbûn û newekheviyê. Ligel vê bandor li ser serkeftina akademîk jî dibe. Di alî akademîk de jî qelsî dertê holê.”
 
‘Travmayê bi xwe re tîne’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku dema ku bi zimanê dayikê perwerdehî neyê girtin bandorên travmatîk li ser zarok çêdibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev travma li seranserê jiyanê dikare bidome. Dema di hawirekê de zimanê kes neyê axaftin, kes dibe ku di rewşa şermê de bimîne. Ev hemû bandor li ser kes dikin. Li bajarên Kurdan yek ji sedemên neserkeftîbûnê ev e. Kesekî bi zimanê xwe di pola yekem de perwerdeyê dibîne, zarokên Kurd neçar in bi Tirkî bibînin.”
 
‘Tu car nebû polîtîkaya dewletê’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de anî ziman ku perwerdeya zimanê dayikê tu car nebûye polîtîkaya dewletê û bi KHK’yan, qurs û dibistanên ku gel bi keda xwe vekiribûn jî hatin girtin. Hatîceyê ev tişt bi lêv kir: “Perwerdeya zimanê dayikê bi mafekî divê pêk bê ye. Divê dewlet û mekanîzmaya dewletê dest biavêje vê. Welatiyên li vî welatî dijîn, piştî zimanê xwe divê zimanên hev fêr bibin. Em ê di vê mijarê de jî daxwaza xwe her tim bînin ziman. Di Peymana Mafê Zarokan a NY’ê de gotina ‘zimanê dayikê ji bo zarok mafê herî sereke ye’ cih digire. Lê dewlet bi qedexekirina ziman mafê zarokan binpê dike. Divê demildest, dest ji vê zîhniyeta yekparêz bê berdan. Divê pêşniyareke çareseriyê ya ku hemû ziman û nasnameyan dihewîne bê pêşxistin.”