‘Zimanê dayikê nasname û pêşoreja me ye’

  • 09:05 21 Sibat 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Mamoste û şagirtên bajarê Dêrikê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: ”Hestekî pir xweş e ku mirov bi zimanê dayikê biaxive. Zimanê dayikê nasname û hebûna me ye. Zimanê Dayikê pêşeroja me ye û gerek em biparêzin.”
 
Di sala 2012’an de Zimanê Kurdî bi rengekî fermî li dibistanên Rojava ket meriyetê. Asta fêrbûna ziman di nava şagirtan de gihaştiye cihekî baş. Bi coşeke mezin fêrbûna ziman di nava malbat û şagirtan de tê pêşxistin. Ev yek nîşaneya hezkirin û girêdana bi ax û zimanê dayikê ve dide diyarkirin. Derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û girîngiya zimanê dayikê de mamoste û şagirtên dibistana Ebd- El Mesîh a bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê wiha gotin: ”Fêrbûna me ya bi zimanê dayikê cihê serfiraziyê ye. Em ê ji bo pêşeroja xwe têbikoşin.”
 
‘Em dixwazin zarokan ji bo siberojeke azad fêr bikin’
 
Mamosteya biranşa Dîrokê Sara Rustem derbarê sedemên qedexekirina Zimanê Kurdî de wiha got: ” Ji ber polîtikayên bindestiyê û koletiyê yên li ser Gelê Kurd dihat ferzkirin yek ji sedema qedexekirina Zimanê Kurdî ye. Heta roja me ya îro jî ev siyaset li dijî zimanê me hatiye kirin. Dixwazin ziman û çanda Kurdan biçewisînin û mirovan fêrî jiyana bêdengiyê bikin. Bandora vê siyasetê li ser civaka me jî hebû û heta niha jî bi rêbazên cuda dewam dike. Hin malbat heta niha xwe ji vê yekê xelas nekirine, helbet ev yek jî salên demdirêj jê re divê. Em di nava têkiliyên dibistan û zarokan de ne. Armanca me ew e ku em zarokan li ser pêşerojeke azad fêr bikin.”  
 
‘Zimanê me pêşeroja me ye’
 
Şagirtên bi navê Rîm Şêxmûs û Semîn Ibrahîm 21’ê Sibatê pîroz kirin û wiha hestên xwe anîn ziman: ”Zimanê dayika me nasnama me ye. Di dema berê de li dibistanan xwendina zimanê dayikê qedexe bû. Zimanê erebî jî ji me re  pir zehmet bû. Her tişt ji me re nû dihat. Hestê me pir zindî ne ku em îro bi zimanê xwe fêr dibin. Ev pêşeroj ji bo me ye û gerek em lê xwedî derkevin û ji helandinê biparêzin.”