ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 21 Sibat 2020
  • Rojev
*Dayika bi navê Xedîce Reşo ya ji gundê Meydana navçeya Reco ya Efrînê ye, derbarê zextên ku ji aliyê rejîma BAAS'ê ve lê hatiye kirin axivî. Xedîcayê anî ziman ku wê li dijî astengî û zextan serî netewandiye û wiha got: “Tevî astengiyên ku  min ji rejîma BAAS'ê dîtiye, dîsa  jî min dev ji karê xwe ya belavkirina fikir û ramana Rêber Apo berneda. Armanca min ew bû ku civak bêtir fikrê azadî  û demokrasiyê nas bikin û ji bo wê heta roja îro jî dixebitim.” DÎMEN HEYE
 
*Mamosteya pêşdibistanê Beysem  Adiguzel û Denbêj Xalîde, bal kişandin ser rêbazên bişaftinê ya li hemberî ziman û çanda kurdî û gotin: "Ji salên 1923’yan heta niha zimanê kurdî nebûye zimanê fermî yê perwerdeyê. Yên ku li pey vê dozê geriyane jî wekî Musa Enter hatin qetilkirin. Îro em dikarin bibin yek û ziman û çanda xwe biparêzin." DÎMEN HEYE 
 
*Mamoste û şagirtên bajarê Dêrikê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: ”Hestekî pir xweş e ku mirov bi zimanê dayikê biaxive. Zimanê dayikê nasname û hebûna me ye. Zimanê Dayikê pêşeroja me ye û gerek em biparêzin.” DÎMEN HEYE 
 
*Perperok û karîdes xwedî taybetmendiyek girîng in. Rengên ku ew dibînin, mirov nikarin bibînin. Her zindiyên li ser rûyê erdê xwedî wate û siûdek cuda ne. Mirov jî bi aliyên xwe yên dibin sedema têkoşîna hebûnê bi siûd in. Yek ji kirdeya herî girîng a dibe sedema têkoşîna hebûna mirovan bêguman zimanê dayikê ye. Mirovên ku gihaştine cewhera zimanê dayikê dikarin xwe bi qasî perperok û karîdesên ku rengên mirov tênagihêjin dibînin, bi siûd hês bikin. PÊNÛSA JINAN
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata polîtîkayên şerê taybet nirxand û diyar kir ku windabûna Gulîstan Doku ne mijareke ji rêzê ye û got: “Tiştên tên jiyîn rastiya Kurdistanê ye. Madem jin li her qada jiyanê ne, divê ev qadên jiyanê veguherin qadên azadiyê. Em bi rêxistinê dikarin vê bikin.”DÎMEN HEYE 
 
*HDP di 23’yê Sibatê de 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî wê pêk bîne. Hevseroka Giştî ya ewil a HDP’ê Fatma Gok got divê xwedî li fikra HDP’ê bê derketin û got: “Dema HDK hat avakirin me got ‘zemîna hêviyê diafirîne’. HDP’ê her tim hêvî ava kir. Bi rastî jî tevî hemû zextan HDP îro hêviyê diafirîne.”
 
*Dayika girtiyê bi navê Veysel Guler ê li girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê dimîne, Hanim Guler axivî û diyar kir ku zarokên wan xistine cem girtiyên edlî û Hîzbûllah û got ewlehiya canê girtiyan tune ye. Hanimê bang li hemû saziyên civaka sivîl, hiqûqas, siyasetmedar û gel kir û got hîna ku dereng nebûye bila ev bêdengî bi dawî bibe. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Şaxa Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe diyar kir ku di Peymana Mafê Zarokan de zimanê dayikê wek mafê sereke tê nasîn û got: “Dewlet bi qedexekirina zimanan, mafê zarokan binpê dike. Divê dest ji vê zîhniyetê berdin. Divê pêşniyareke çareseriyê ya ku ziman û çandan dihewîne, bînin.”
 
*Jinên siyasetmedar ên navçeya Silopiyê anîn ziman ku ew ê bi rihê berxwedana Sêvê, Pakîze û Fatma biçin 8’ê Adarê û wiha gotin: “Em ê di 8’ê Adarê de li dijî qirkirina jinan êrîşên zayendî ên li dijî zarok li qadan dengê xwe bilind bikin.” BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bangên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên ji bo aştiyê ji aliyê deshtilatdariyê ve nayên nirxandin û ev bang li gelan kir: “Siyaseta tecrîdê ya ku AKP li her qadê pêk tîne, globalbûnê zêdetir kûr dike. Divê em piştevaniya rêxistinbûyinê zêdetir bikin û ji bo siyaseta tecrîdê ji holê rabe divê em bi hev re gavê bavêjin.” DÎMEN HEYE