Rojnameger Hakki Boltan û 6 kesên din hatin berdan
- 17:06 20 Sibat 2020
- Rojane
AMED - Rojnameger Hakki Boltan jî di nav de 7 kesên duh hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Rojnameger Hakki Boltan, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan, Rêveberê HDP’a Amedê Abdurrahîm Alçîçek, Alî Ataman, Mustafa Çîçek, Abdulhamît Şalo û kesek navê wî nehat zanîn duh hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Amedê birin Dadgeha Amedê.
Li 7 kesan tewanbariya “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistine” û “Propaganda rêxistinê kirine” hat kirin. Dozger îfadeyê her 7 kesan girt û bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.
Dadgehê her 7 kesan bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat da.