Êzidiyên Efrînê Cejna Bêxwînê bi şahiyekê pîroz kirin

  • 15:28 20 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê bi boneya hatina cejina Bêxwînê pîrozbahiyek li kampa Serdem a Şehbayê li dar xistin.
 
Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzîdî ya herêma Efrînê bi hatina cejina Bêxwînê şahiyek li hola kampa Serdem a Şehbayê li dar xistin. Cejin bi tevlîbûna şêniyên Efrîn û Şehbayê û sazî û dezgehên girêdayî Reveberiya Xweser a Efrînê hat pîrozkirin. Di şahiyê de jinên Êzidî bi cilên xwe yên Kurdî yên sipî beşdar bûn. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, her wiha alên Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya jinên Êzîdî hat xemilandin. 
 
Kurdên Êzidî her sal weke îro cejina Bêxwînê pîroz dikin. Ev cejin dikeve hefteya destpêkê ji meha şerqî ya Sibatê. Navê Bêxwînê jî ji tovkên xwezayî tê.
 
Piştî deqeyek rizgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, koma olî ya zarokan lavayên olî xwendin. Paşê li ser navê Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Efrînê Suad Hiso, li ser navê Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan Mustefa Nebo, li ser navê Meclîsa Malbeta Şehîdan Efyet Birîm û ser navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Silêman Cefer axivîn û gotin: "Em vê roja Bêxwînê li hemû gelê Efrîn û Şehbayê û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin, ev cejina Bêxwînê roja cejina  gihaştina miraza ye, lê kêfxweşiya me ya mezin vegera li Efrînê ye û li wir cejinên xwe pîroz bikin. Bêxwîn ji tovikên ku li erdê tê çandin û pêwîste tovikên wê herî kêm ji 7 cureyan pêk were. Cejina Bêxwînê bi nerijandina xwîn divê mehê de tê naskirin."
 
Piştire koma Stranan ya olî ya ciwanan, koma Berxwedana Serdemê, Koma Çivîkên Zerdeşt û azdahî û koma Şengal a stranan, her wiha helbest û Mewal jî hatin pêşkêş kirin.
 
Cejina Bêxwînê bi gerandina govendê bi dawî bû.