'Kurdên xwenas divê xwedî li ziman derkevin'

  • 15:28 20 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyaniyek dan û gotin: "Pêdivî bi helwesteke zelal û xebateke zêde heye. Pêwiste hemû kurdên xwenas li vê dozê xwedî derkevin, nehêlin ku ziman û çanda wan ji dest biçe." 
 
21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ku ji aliyê UNESCO'yê ve hatiye îlankirin bi gelek çalakî û daxuyaniyan tê pêşwazîkirin. Bi minasebeta rojê pêkhateyên Tora Ziman û Çanda Kurdî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê hat dayîn. Daxuyanî bi kurmancî û kirmanckî hat dayîn. Daxuyaniya kurmancî ji aliyê Endamê Torê Parêzer M. Emîn Aktar ve ya kirmanckî jî ji aliyê Hidir Karataş ve hat dayîn. 
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Mirovên zimanê wan hatiye qedexekirin, di vê rojê de dengê xwe berz û bilind dikin û doza azadiya zimane xwe dikin. Di vê rojê de tê xwestin ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin. Ji bo geşbûna zimanên kêmderfet alîkarî û piştevanî divê were kirin. Em kurd ji wekî neteweyên bindest ên din doza azadiya ziman û çanda xwe dikin. Hişmendiya parastin û pêşvebirina zimanê kurdi ji Ehmede Xanî û Xaney Qubadî vir de di nav kurdan da heye.
 
Farisî şekire, lê kurdî şêrîntire
 
Xebatkarên mezin ên zimanê kurdî yên weke Xaney Qubadi wiha dibêje 'Rast e dibejin farisî şekir e lê kurdî pir ?êrîntir e'. Piştî Ehmedê Xanê û Qubadî ji Haci Qadirê Koyî, Pîremêrd, Xelîl Xeyalî, Miqdat Mithat Bedirxan, li pey wan Mir Celadet, Evdila Goran, Cigerxwin, Fêrikê Ûsiv, Dr. Şivan, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindi, Apê Fegi û gelek kesên din doza zimané kurdî kirin. Di ber vê doze de kedeke mezin dan. Gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin. Tora me jî li ser şopa wan kesên nemir doza azadiya çand û zimane kurdî dike. 
 
Zimane me hêj ji nebûye xwedî statûyeke fermî. Ji hemû derfetên dewletê bêpar e. Bi ser de ji gelek astengî li ber zimanê me hene. Ew ji nahêle ku zimanê me geş bibe û pêş bikeve. Lewma ji berî her tiştî divê zimanê me bibe xwedî statuyeke fermî. Hemû kendûkospên li ber zimanê me werin rakirin. Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazen sivil û demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'Kuştina ziman hêsan e'
 
Em ê bi xwe çarenûsa ziman û çanda xwe diyar bikin. Ji bo vê yekê ji pêdivî bi helwesteke zelal û xebateke zêde heye. Pêwiste hemû kurdên xwenas li vê dozê xwedî derkevin, nehêlin ku ziman û çanda wan ji dest biçe. 
 
Kuştina zimanekî pir hêsan e, lê belê zindî kirina wî pir zehmet e. Lewre ji divê em nehêlin zimane me bikeve rewşeke xerabtir. Werin em zimanê xwe biparêzin. Bi vê minasebetê em roja zimanên cîhanê pîroz dikin.
 
Bangewazî!
 
Di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de, saet di 21.00'an de em ê li ser medyaya civaki bi hashtaga #herrojkurdi rojevek ava bikin. Hemû kurdên ku medyaya civaki bikar tînin bila ji bo hashtaga #herrojkurdi parvekirinên xwe bikin."