Dîdem a ku winda bû cenazeyê wê hat dîtin

  • 13:19 20 Sibat 2020
  • Rojane
ERZIROM - Cenazeyê Dîdem Turan a 17 salî ku li Taxa Meydanê ya Aşkale ya Erziromê 10 roj berê winda bûbû hat dîtin. Cenazeyê Dîdemê di çemê Karasu de hat dîtin. 
 
Li Taxa Meydan a Navçeya Aşkale ya Erziromê di 10'ê Sibatê de Dîdem Turan a 17 salî winda bû û 10 roj in malbat lê digere. Cenazeyê Didem Turan, piştî 10 rojan di Çemê Karasû yê di nava Aşkaleyê re derbas dibe de hat dîtin. Yekîneyên lêgerînê piştî lêgerîna 3 rojan a di nava çem de rastî cenazeyê Dîdemê hatin.