'Bi kurdî bixwinin, binivîsinin û biaxivin'

  • 13:14 20 Sibat 2020
  • Rojane
RIHA - Bi minasebeta 21'ê Sibatê li Rihayê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenter Ayşe Surucu, di daxuyaniyê de diyar kir ku divê zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî însaniye û got: Em bang li kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi kurdî bi hûnin û bi xemilînin. Li dijî bişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi kurdî bixwînin, binivîsinin û biaxivin."
 
Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Ziman li Riha daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr a Rihayê hat dayîn. Daxuyanî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ve hat xwendin. 
 
Ayşe, di daxuyaniyê de diyar kir ku ziman ji deh hezar salan zêdetir gav bi gav di merheleyên guhdarkirin, axaftin, nivîsandin û xwendin de derbas bû û heta îro hat û wiha dom kir: "Ziman eynîk, çand û nasnameya gelan e. Weke tê zanîn ku di pêvajoya yekemîn de zarok ji dayikê guhdar dike û hînî ziman dibe. Navê cîh û waran ziman diyar dike û tê pênase kirin."
 
Polîtîkayên bişaftinê a li ser ziman 
 
Ayşe, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serdestên axa Kurdisanê di destpêkê de bi guhertina navên erdnîgariyê û pişaftina çandê dest bi polîtîkaya xwe ya qirkirînê kirin. Dagirkeran ji bo şaristaniya kapîtalîst bi polîtîkayên xwe pişaftin, rêbazên xapandinê cuda berdewam dike. Sîstem bi asîmîlasyonê di bin navê entegrasyonê û dejenerasyonê de bin cil dike ku digihêje armanca xwe. Ji koka peyvan jî diyare, asîmlasiyon hemû bi destê dewletên netew pêşdikeve."
 
'Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin'
 
Parlamenter Ayşe, da zanîn ku dema dewletek bixwaze netewek ji holê rake di serî de êrîşê ziman dike û wiha got: "Tu tişt ji îşkenceya ku bi asîmlasiyonê didomînin bandortir nîne. Qîrkirina çandê, hunere û civakê pûç dike bê refleks dike. Berî her tiştî mirov ji mêjî de vale û pûç dike, hemû lebet û hestiyê laşê mirovan parçe parçe dike, digihêje armanca xwe. Her wiha piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyê xwe bi kartîne û mirovan dike robot. Kesê ku ji zimanê xwe qut dibe, ji keyfxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dûr dibe û di nava sîstemê de winda dibe. Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman jî yek ji van nirxan ya sereke ye. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayîn de dikin. Dema ku dewletên dagirker dixwazin nateweyek ji holê rakin berî her tiştî zimanê gel, çand û kewneşopiya gel qedexe dikin."
 
'Kurdî zimaneke qedîm e'
 
Ayşe di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê ya li hemberî ziman û wiha bi lêv kir: "Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê li ser axa xwe bi dagirkerî û mêtîngeriyê re rûbirû ye. Çiqas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê Kurdî hatiye bi kar anîn, piştre li hember Gelê kurd, ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê kurdî ewqas zimanekî qedîme ku îro Gelê Kurd gihîştiye vê deme."
 
'Bila her malek bibe dibistanek'
 
Ayşe, li ser parastina ziman jî wiha got: "Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin ku em azad bibin. Zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî hem însanî, hem wicdanî, hem ahlakî û hem jî qanûnî ye. Sînorê ziman sînorê cîhanê ye, bê ziman jiyan ji sînora nafilite. Em ê ji bo zimanê dayikê  têbikoşin. Ji bo em ji asîmîlasyon û oto-asîmilasyonê bifilitîn. Bi vê boneyê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi kurdî bi hûnin û bi xemilînin. Li dijî asîmlasiyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi kurdî bixwînin, binivîsinin û biaxivin. Li dijî asimilasyon û oto-asimilasyonê têbikoşin. Bila her malek dibistanek zimanê zikmakî be.