Hewlêr di bin avê de ma

  • 11:59 20 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê ji ber barîna baranê ya zêde lehî rabû û hinek kolan di bin avê de man. Ji ber hatinûçûna wesayîtan zehmet bû.
 
Ji ber barana îro li Hewlêrê barî li nava kolanên Hewlêrê lehî rabû û ji ber kombûna avê li kolanan derbasbûna wesayîtan û mirovan zehmet bû.
 
Lehî li cadeya Mexmûr a li baramber Pîşesaziya Bakur, cadeya Sed Metrî ya li Çaryana Nexweşxaneya Lezgîn a Rojava û li cadeya 30 metrî ya li navenda Hewlêrê rabû. Ji ber lehiya zêde ji bo derbasbûna wesayîtan astengî çêbû. Ji derveyî vê jî, hinek kesan wesayîtên xwe rawestandin û ziyan li hinekan bûne.
 
Berdevkê Meteolojiya Herêma Kurdistanê Bijar Ekrem eşkere kir ku wê pêla baranê heta çend rojên din berdewam bike û got ku îhtimal heye ku careke din berf bibare.
 
Li Hewlêrê ji ber ku sîstema wê ya binesaziyê xerabe, salane dema ku baran dibare, av li gelek cade û kolanan kom dibe. Herwiha heta niha bi dehan mal û cihan  ziyan dîtiye.