Rêxistina Efûyê: Li Girê Spî û Serêkaniyê 180 sîvîl hatin kuştin

  • 10:04 20 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efû ya Navneteweyî rapora xwe ya salane parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku  di demên di navbera 9 û 20'ê Cotmehê de 180 sivîl ji hêla artêşa tirk û komên girêdayî wê ve hatiye kuştin. 
 
Rêxistina Efû ya Navneteweyî rapora xwe ya salane parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku  di demên di navbera 9 û 20'ê Cotmehê de 180 sivîl ji hêla artêşa tirk û komên girêdayî wê ve hatiye kuştin. 
 
Her wiha di rapora Rêxistina Efûyê de hat gotin bi êrişên Tirkiyeyê yên di 9'ê Cotmehê de malên sivîlan, dibistan hatine hedefgirtin. 
 
Di raporê de hat ragihandin ku artêşa tirk li Efrînê derfet da komên girêdayî xwe, wan jî nehişt şênî derbasî malên xwe bibin. Her wiha komên girêdayî dewleta tirk milkên sivîlan desteser kirin û veguherandin bargehên leşkerî.
 
Rêxistinê di rapora xwe de bi bîr xist ku komîteya lêpirsînê ya NY'ê teqez kiriye ku piraniya şêniyên bajarê Efrînê pereyê zêde dane komên girêdayî xwe da ku milkên xwe yên ku ji wan dizîne vegerînin. Tevî ku xwediyên zeytûnê bac didin komên girêdayî dewleta tirk.
 
Rêxistina navneteweyî teqez kir ku komên girêdayî artêşa tirk berpirsa 45 haletên revandina sivîlan e. Bi armanca ku fîdyayan ji malbatên wan bigirin. Komên girêdayî dewleta tirk weke ceza li şêniyan dibirin ji ber ku daxwaza milkên xwe dikin an jî bi îdia ku endamên Hêzên Sûriya Demokratîk in.
 
Rêxistina navneteweyî di rapora xwe de di beşekê de bi navnîşan 'Bûyerên qetilkirinê yên bê darizandin û revandin' behsa bûyera qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef kir. Ev bûyer ji hêla komên çeteyên Ehrar El-Şerqiye ya terorîst li ser rêya navneteweyî M4 pêk hat.