'Em ê projeyên xwe bikin xizmeta gelê xwe'

  • 09:07 20 Sibat 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, saziyên ku ji hêla qeyûmê ve hatî girtin carek din vedikin û got: "Me stratejiya xwe ya 5 salan derxist. Em dixwazin xizmetê bidin gelê xwe. Em ê texrîbatên qeyûmê hewl bidin ku ji holê rakin."
 
Di sala 2016'an de qeyûm tayînê Şaredariya Êlihê ya ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû kirin. Di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ya sala 2019'an de li Êlihê HDP'ê ji sedî 66.03 deng girt û bi ser ket. Di dema qeyûman de gelek deyn hatin hiştin. Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz ji ajansa me re qala texrîbatên qeyûmê kir û bal kişand ser projeyên xwe yên pêşerojê jî.
 
Songul, di despêka axaftina xwe de bal kişand ser deynê şaredariyê û wiha got: "Qeyûm di nav 3 salan de li şaredariyê texrîbateke mezin kir. Deme em hatin ser erka xwe me di serî de deynê qeyûmê hesap kir. Qeyûm 307 milyon 328 hezar TL deyn hişt. Tenê cadeyek çêkirine û ev qas deyn kirine. Tenê cadeya Amedê asfalt kirine û kulîlk çandi ne. Wekî din tiştek nekirine."
 
Stratejiya 5 salan hat derxistin
 
Songul, diyar kir ku li Êlihê divê xebatên wekî çand, huner, civakî û çandî bên kirin û wiha dom kir: "Em li şûna serê xwe di deynan de mijûl bikin, em çûn cem şêniyên Êlihê me pirsgirêkên wan guhdar kir. Me ev xebat bi endamên meclîsa şaredariyê ve li darxist. Me stratejiya xwe ya 5 salan derxist holê. Heta îro jî di çarçoveya vê stratejiyê de me dest bi xebatên xwe kir."
 
Heta niha 4 park hatin çêkirin 
 
Songul, bal kişand ser rewşa bajêr û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em dixwazin li şaredariyê xebatên ekolojiyê li pêş bikevin. Ji ber ku li bajêr cihên heşînayî kêm in. Ji sedî 2,8 cihên heşînahiyê hene. Heta niha me 4 park dan çêkirin. Li Daristana Bajêr a Yaşar Kemal me 2 hezar 500 dar çandin. Bi giştî li bajêr jî heta niha 14 hezar dar hatine çandin. 
 
Pirsgirêka çûnûhatine çareser dikin 
 
Songul, da zanîn ku li Êlihê pirsgirêka din jî çûnûhatina şêniyan a li bajêr e û wiha got: "Ji bo pirsgirêkê çareser bikin hejmara xeta otobûsê ji 13 xetan derxist 23 xetan. Kêm be jî me pirsgirêk çareser kir. Me ji bo xwendekaran jî bi buhayê 40 TL yê kart amade kir û dê di nav mehekî de van kartên xwe bikar bînin. Ji bo kesên ku temenê wan 60 be dikan bê pere otobusan siwar bibin."
 
Ji bo malbatên xizan firin hat vekirin
 
Songul di axaftina xwede bal kişand ser rewşa xizanan û wiha bi lêv kir: "Li bajêr nifûsa ciwanan zêdeye û hejmara bêkariyê jî zêde ye. Ev tişt bi xwe re jî xizantiyê dine. Me li vir firinek vekir û 50 hezar kapasîteya hilbêrînê wê heye. Di nav rojê de 14 hezar û 16 hezar nan bê perê tê belavkirin. Me xwest bi vî rengî li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin malbatên xizan."
 
Xebatên çand û hunerê didomin
 
Hevşaredar Songul, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên çand û hunerê û wiha dom kir: "Ji bo ziman komxebateke 4 rojan dom kir me li dar xist. Piştre jî 2'yemîn Roja Wêjeya Kurd hat lidarxistin û 5 rojan dom kir. Her wiha bi tevlîbûna 45 ronakbir, nivîskar û wêjevanan Mîhrîcana Wêjeyê hat lidarxistin. Em hêvî dikin ku her sal xebatên bi vî rengî pêk bînin."
 
Mala Dengbêjan û Pirtûkxaneya Ciwanan 
 
Songul, da zanîn ku ciwan pêşeroja civakê ye û ji bo ciwanan jî xebat hatin kirin. Songul xebatên ku hatin kirin wiha bi rêz kir: "Em zêdetir girîngiyê didin xebatên spor û çandê. Her wiha ji bo ciwanan me pirtûkxaneyek vekir, em dizanin ku têra ciwanên li vir nake lê em ê hewl bidin ku pirtûkxaneyeke mezin vekin. Em dixwazin ciwan li bajêr bi rihetî bijîn. Li Parka Salîh Ozdemîr avahiyek me hebû. Me avahiya xwe kir Mala Dengbêjan. Li vir 9 mêr û 2 jin ên dengbêj kar û xebatên xwe didomînin. Em dixwazin çanda dengbêjiyê bi xebatên wisa bidomînin. Her wiha endamên Mala Dengbêjan her hefteyê diçin gundekî û li vir bernameyan li dar dixin. Roja şemiyê jî li avahiyê bernameyan organîze kirin."
 
Ji bo jinan xebatên cuda
 
Li Êlihê Navenda Şewirmendiya Jinan a Selîsê hebû û ji hêla qeyûmê ve hatibû girtin. Songul bal kişand ser navendê û wiha got: "Niha xebateke me ya ji bo vekirina navendê heye. Avahiya ku dê saziya jinan bê vekirin niha di tadîlatê de ye. Me hêj navê wê zelal nekiriye. Me Midûriyeta Polîtîkayên Jin avakir. Em ê demek kurt de hemû projeyên xwe û xebatên xwe bi dawî bikin û bixin meriyetê. Her wiha ji bo jinan amadekariya me ya vekirina kompleksa sporê jî heye. Em bi biryarin ku destkeftiyên xwe yên hatî xespkirin û tehrîpkirin carek din nû bikin û bixin xizmeta gel."
 
Proje dê bikevin meriyetê 
 
Songul di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xizmetên ku dê bê dayîn û wiha axivî: "Di nav Parka Jiyanê de avahiyeke şaredariyê heye. Em ê vê avahiyê ji bo jinan bikin cihê hunerê. Der barê vê de jî niha projek tê çêkirin. Piştî proje qediya dê em ê avahiya xwe bikin Navenda Hunerê a Jinan. Êdî jin dikarin bi rihetî tevlî xebatan bibin, li navendan xwe pêş bixin û tevlî atîvîteyan bibin. Bi hatina biharê re em ê bêtîr lêz bidin xebatên xwe û projeyên ku hatîne amadekirin dê bixin meriyetê."