Dê jin bi saya Platforma Jinê ya Çekmekoyê bên gel hevdu

  • 09:05 20 Sibat 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Platforma Piştevaniya Jinê ya Çekmekoyê ji bo di her qada jiyanê de bi jinan re her di nava piştevaniyê de be hat avakirin. Endama Lijneya Birêvebirina Platformê Betul Eren, diyar kir ku dema jin bi hev re bin bi hêz in û got ew ê li dijî tundiya li ser jinê li dijî xizaniya jinê li Çekmekoyê têkoşîna xwe ya bi jinan re bidomînin. 
 
Jinên li Navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê dijîn di nîsana 2019'an de Platforma Piştevaniya Jinê ya Çekmekoyê ava kirin. Jinên ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê platform ava kirin gelek faaliyetan dimeşînin. Endama Lijneya Birêvebirina Platformê Betul Eren, anî ziman ku ew bi piştevaniya bi hev re hêzê ji hevdu digirin û behsa xebatên xwe kir. 
 
'Armanca me ya yekem em li dijî tundiyê bisekinin'
 
Betulê da zanîn ku divê jin li gel hevdu bin û wiha got:"Dema em li gel hevdu bin em bi hêz in. Armanca me ya yekem em li dijî tundiyê bisekinin. Ji bo me xala girîng jin di nava jiyanê de bi çalak be. Ji bo wê em hewil didin."
 
'Me proje pêk anî'
 
Betulê da zanîn ku ji bo jin di nava jiyanê de çalak bin wan proje pêk anîne û wiha dewam kir:"Jin gelek teqez li malên xwe bi hinek tiştan re mijûl in. Ji xeynî tevgera jiyanê karên bi destan tên kirin jî dikin. Lê ev alavên ku bi destan tên çêkirin yan di dolaban tên hiştin an bi buhayekî erzan tên firotin. Ev jî dibe sedem ku moralê jinan ne baş bibe. Bi platformek hevpar me biryar da ku em vana bifiroşin."
 
'Armanca me firoitna berhemên jinan e!
 
Betulê da zanîn ku armanca wan a yekem berhemên jinan çê kirine li ser rûpela înstagramê bifiroşin û wiha got:"Dema em dest bi firotina berheman a li ser rûpela înstagramê bikin şûnde em ê êdî standan vekin, kermesan çêbikin, çalakiyên ji bo firtotinê dewam bikin. Niha em xebatên ji bo berhevkirina berhemên jinan didomînin. Em ê piştre bifiroşin. Dahatiya berhema jinan jî em ê li jinan belav bikin."
 
'Her ku diçe em zêde dibin'
 
Betulê bi lêv kir ku ew bi jinan tên gel hevdu û tecrubeyên xwe parve dikin û wiha got:"Her ku diçe em zêde dibin. Gelek kes li me digerin û dibêjin em jî dixwazin beşdarî we bibin. Heta niha gelek xweş derbas dibe. Em alîkariya hevdu dikin ev yek me bextewar dike. Çalakiyên ku em dikin dibe sedem ku em li gel hev bin. Girêdanekê di navbera me de çêdike. Li Çekmekoyê hîn gelek jinên ku bi me nizanin hene. Hinek pêdiviya me ji demê heye ku jin zêdetir beşdarî nava çalakî û xebatên me bibin."
 
'Em ê mafên xwe hîn bibin'
 
Betulê diyar kir ku ji bo pirsgirêkên jinê çareser bibe divê herkes têbikoşe û wiha bi dawî kir:"Divê em li ser ka em ê çi bikin û mafên me çi ne biaxivin. Em ê di rojên pêş de perwerdeyê li ser vê yekê bidin. Di serî de li ser Peymana Stenbolê em ê li ser mafê jinê biaxivin. Em ê bibêjin "Cinayetên jinê polîtîk e" û em ê perwerdeyê bidin."