Rêveberiya Jinan a Reqayê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir

  • 16:19 19 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya  Jinan a Reqayê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir.
 
Rêveberiya Jinan a Reqayê rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku ji 1'ê Adarê dê dest pê bike û heta 8'ê Adarê dê dewam bike, eşkere kir.
 
Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdê diyar kir ku 8'ê Adarê rojeke tijî berxwedan û serkeftinên jinan e û wiha got: "Me ev roj bi berxwedana hêz û jinên xwe girê da û bi taybet di şexsê Hevrîn Xelef, Amara, Çîçek Kobanê û Barîn Kobanê de."
 
Zelîxa destnîşan kir ku rêveberiyên jinan li Reqayê û gundewarên wê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê diyar kiriye û wiha ye:
 
1'ê Adarê dê daxuyaniyek bi navê Rêveberiya Jinan were dayîn û pankart ji aliyê Şaredariya Gel ve werin daliqandin.
 
2'yê Adarê dê konê kevneşopiyan were vedan.
 
3,4 û 5'ê Adarê rêzecivîn li tevahî xetên girêdayî bajarê Reqa û gudnewarên wê werin lidarxistin, her wiha dê sînevîzyon li ser jiyan û dîroka jinan li Reqayê were pêşandan.
 
6'ê Adarê dê broşûr û kulîlk li saziyên bajêr werin belavkirin.
 
7'ê Adarê dê mûm li ser gorên şehîdên li Goristana Şehîdan a li Hikûmiyê û Keramê werin pêxistin û serdana Rêveberiya Jinan a Tebqayê were kirin.
 
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê meş û şahî werin lidarxistin.