Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan li Rihayê bi jinan re civiya

  • 16:09 19 Sibat 2020
  • Rojane
RIHA - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan li Rihayê bi jinan re civîya.
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, li Rihayê bi aktîvîstên TJA'yê re li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya. Jinên ku di nav wan de parlamentera DHP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî hebû bi destegulekê Ayşe Gokkan pêşwazî kirin.  Ayşe li vêderê axafitnek kurt kir û spasiya jinan kir.
 
Ayşe wiha got: "Me ne jî mêran û ne jî ji dewletê destûr negirt. Me jinan bi tena serê xwe destpê kir û bi tena serê xwe rêya xwe berdewam kir. Em TJA ne. Jin jiyan azadî."
 
Aktîvîstên TJA'yê jî diyar kirin ku serdana Ayşeyê ya beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji bo wan bûye moral û heêz.
 
Jinan piştre bi hev re gotin "Jin jiyan azadî" û lîkandin.