Cenazeyê Erhan Olçen 108 roj şûn de spartin axê

  • 12:01 19 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Malbata Erhan Olçen, piştî 108 rojan şûn de cenazeyê kurê xwe Erhan Olçen wergirt û li Goristana Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de spart axê.
 
Malbata Erhan Olçen, cenazeyê kurê xwe Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 3’yê Mijdara 2019’an de li Liceyê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 108 rojan ji morga Nexweşxane ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê wergirt. Malbatê cenazeyê kurê xwe li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê di bin dorpêça polîsan de saet di 21.00’an de spart axê.
 
Dema malbatê cenaze ji nexweşxaneyê girt, polîsan astengî derxistin û xwestin ji xeynî ferdên malbatê kesên din beşdarî merasîmê nebin. Malbatê jî cenaze ji nexweşxaneyê heya goristanê di bin dorpêça gelek maşîneyên zirxî yên polîsan de bir. Li Goristana Yenîkoyê jî di bin dorpêça polîsan de cenaze defin kir. Li goristanê polîsan destûr neda ku ji xeynî malbatê kesên din beşdarî merasîmê bibin.
 
Endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeya Rêzanê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî li pişt dorpêça polîsan ji derveyî goristanê piştgirî dan malbatê.
 
Malbat dê sibê ji bo kurê xwe li Mala Şînê ya Farqînê ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê şînê deyne. Şîn dê sê rojan bidome.
 
Îro Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel derbarê cenazeyê Olçen de pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kiribû û gotibû "Çima 108 roj e cenaze teslîmî malbatê nayê kirin?"