Rojnameger Hakki Boltan hat binçavkirin
- 10:20 19 Sibat 2020
- Rojane
AMED - Polîsan serê sibehê bi ser mala Rojnameger Hakki Boltan de girtin û ew li malê binçav kirin. Polîsan di heman saetê de bi ser mala Rêveberê HDP'ê yê Amedê Abdurrahim Alçîçek de jî girtin û Alçîçek jî binçav kirin.
Yekîneyên polîsan serê sibehê li Navçeya Rezan a Amedê bi ser mala Rojnameger Hakki Boltan de girtin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştre li mala Hakki lêgerîn kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Têkildarî hinceta binçavkirina Hakki de agahî nehatin bi destxistin. Li Navçeya Yenîşehîr a Amedê jî polîsan bi ser mala Rêveberê HDP'ê yê Amedê Abdurrahim Alçiçek de girtin û ew jî binçav kirin.