Ji jinan ji bo 8’ê Adarê bang: Em li qadan bên cem hev

  • 09:13 19 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Çaglayan der barê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de bang li jinan kir û got: “Li dijî binpêkirina zîhniyeta serdest ya mêr, em li qadên 8’ê Adarê bên cem hev.”
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, duh bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya xwe ya li bajar aşkera kirin. Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Çaglayan, der barê bernameyên 8’ê Adarê yên li Wanê de axivî.
 
Berîvanê bi lêv kir ku ji îro şûnde heta 8’ê Adarê wê bi çalakî û bernameyan bên gel hev û got di vê çarçoveyê de wê li hemû navçe, gund û taxan jinan tevlî bernameyan bikin.
 
‘Têkoşîna jinan mezin dibe’
 
Berîvanê destnîşan kir ku jin ligel hev xurt û rêxistinkirî ne û jin hêza xwe ji rêxistinbûnê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin rastî her cureyê şîdeta pergala serdest a mêr tên. Ligel vê têkoşîna jinan jî didome. Ji bo hezaran hevalên jin yên di fabrîkayê de hatin qetilkirin, roja din bi hezaran jin daketin qadan û ev hovîtî û komkujî îfşa kirin, xwedî li têkoşîna wan derketin. Îro jî em tevî hemû zextan em li qadan e. Têkoşîna me her diçe mezin dibe û belav dibe.”
 
‘Em tecrîdê bişkînin’
 
Berîvanê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku wê ev tecrîd bi têkoşîna jinan teqez bê şikandin û da zanîn ku bi dirûşma ‘jin azad nebin civak jî azad nabe têkoşîna xwe dimeşînin’ ew ê qadan tije bikin. Berîtanê di dawiya axaftina xwe de ji bo şikandina tecrîdê got divê jin li qadên 8’ê Adarê dengê xwe bilind bikin. Her wiha Berîvanê hemû jin dawetî bernameyên li Wanê kir.
 
Bernameya 8’ê Adarê ya bi pêşengiya TJA’yê wê li Wanê pêk were wiha ye:
 
"* 19’ê Sibatê: Tevlîbûna bernameya îmzeyê
 
* 20’ê Sibatê: Li Seravê bernameya bi jinan re
 
* 20’ê Sibatê: Li Qelqeliyê bernameya bi jinan re
 
* 21’ê Sibatê: Tevlîbûna bernameya ziman a DÎSA-DER'ê
 
* 25’ê Sibatê: Tevlîbûna civîna koordînasyona 8’ê Adarê
 
* 26’ê Sibatê: Li Westanê belavkirina belavokan
 
* 26’ê Sibatê: Li Payîzava belavkirina belavokan
 
* 27’ê Sibatê: Li Bêgiriyê nîşandana fîlm
 
* 29’ê Sibatê:Li Şaxê belavkirina belavokan
 
* 1’ê Adarê: Bi tevlîbûna jinên Îpekyol, Tuşba û Artemîkê bernameya taştê
 
* 2’ê Adarê: Tevlîbûna lîstika şanoyê
 
* 2’ê Adarê:Li Elbaqê belavkirin belavokan
 
* 3’ê Adarê:Li Erdîşê şahiya 8’ê Adarê
 
* 4’ê Adarê:Ji bo girtiyên jin şandina qertan
 
* 5’ê Adarê:Li Kolana Hunerê ya Wanê bernameya ‘Têkoşîna li dijî şîdetê’
 
* 6’ê Adarê: Li navçeyên navendî belavkirina belavokan
 
* 7’ê Adarê : Li Wanê belavkirina belavokan a ji bo 8’ê Adarê
 
* 8’ê Adarê:Mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê."