‘Em ê bi îradeya xwe, dagirkeriyê têk bibin’

  • 09:05 19 Sibat 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: ”Em xwedî  hêz û îrade ne, wê tu dewletên cîhanê nikarîbin îradeya me bişkînin.”
 
Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve û heta niha dewleta tirk  û komên girêdayî wê êrîşên xwe li ser  axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Herî dawiyê êrîşên wan ên li ser Til Rifet, Şehba, Til Temir û gunderwarên wan zêdetir bûye. Têkildarî mijarê jinên Bajarê Dêrikê yên kantona Qamişloyê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: ”Kesên ku van kiryaran dike ne edalet û ne  jî mafên mirovan nas dikin. Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.”
 
‘Em nahêlin tu kes derbasî ser axa me bibe’
 
Jina bi navê Şêrîn Omer êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kir û wiha got: ”Heta vê kêliyê jî dewleta tirk êrîşî herêmên me dike û ji ber êrîşan bi hezaran kes koçber bûn. Mixabin hemû dewletên cîhanê di nava bêdengiyê de ne. Îro li Til Temirê û Girê Spî  dewleta tirk û çeteyên wê  gelek ziyanên madî kirin. Kesên ku van kiryaran dike ne edalet û ne jî mafên mirovan nas dikin. Em ê weke jin heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin tu kes derbasî axa me bibe.”
 
‘Wê tu dewletên cîhanê nikaribin îradeya me bişkînin’
 
Her wiha jina bi navê Sakîne Nûrî jî nerazîbûna xwe li hemberî êrîşan anî ziman û got:” Em êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Em tu carî dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin. Armanca dewleta tirk dagirkirina hemû herêmê ye, lê ev yek ew ê pêk neyê. Em xwedî hêz û îrade ne. Wê tu dewletên cîhanê nikaribin îradeya me bişkînin.”