‘Me bi hişmendî pêngava hevserokatiyê avêt’

  • 09:04 19 Sibat 2020
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevşaredara Halfelî ya Idîrê Alya Akkuş der barê êrîşên li hember hevserokatî û destkeftiyên jinan de axivî û got: “Me di hişmendiya êrîşan, gava xwe avêt hevserokatiyê. Em ê bi têkoşîna xwe biserkevin.”
 
Heta niha ji bo 32 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin û her wiha niha 23 hevşaredar jî girtîne. Ji hevşaredarên girtî 15 heb jê jin in. Hevşaredara Halfelî ya Îdirê Alya Akkuş der barê tayînkirina qeyûman de nirxandin kir.
 
‘Jin di ferqa hêza xwe de ne’
 
Alyayê destnîşan kir ku dewlet ji bo jinan tune bihesibîne çi ji destên wan tê dike û jin jî li dijî vê di ferqa hêza xwe de ne û got: “Niyeta me tune ye ku em destkeftiyên xwe bidin destê wan. Me bi têkoşîneke mezin destkeftiyên xwe bi dest xist. Dewlet ji xwe hemû polîtîkaya xwe li ser hevserokatiyê kûr dike. Dema em dibêjin ‘em hevserok in’ zextên derûnî tên kirin. Lê ev zext wê me têk nebin. Me bi hişmendiya vê pêngava xwe avêt. Dewlet wê zextên xwe bidomîne. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Jin ne wek berê ne’
 
Alyayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku jin di civakê de tune tên hesibandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin rastî zor û zehmetiyên mezin tên. Rastî tacîz û tecawizê tên. Di destberdanê de rastî pêkanînên nebaş tên. Jin li her qadê têdikoşe. Ev wê bi HDP’ê bi ser bikeve. Jin her diçin dibin xwedî hişmendî. Sedema zextan jî ev e ku em di ferqa hêza xwe de ne. Em ê hemû zextan têk bibin û bi ser bikevin.”
 
‘Em bixwe bawer bin’
 
Alyayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hîna li gelek deverê jin û mêr heman hawirê parve nakin û wiha dawî lê anî: “Ev li gorî kê li gorî çi şerm e gelo? Divê em xwe bigihînin van jinan û vê hişmendiyê bi jinan bidin hîskirin. Ev jî wê hêzê bide hêza me û wê jin xurtir bibin. Divê em jin bixwe bawer bin. Çi ji destê me tê em dikin. Em bi hêvîn e. Tenê tiştê divê bê kirin, em bixwe bawer bin.”