Ciwanên li Mêrdînê hatin binçavkirin: Polîsan em tehdîd kirin

  • 09:03 19 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ciwanên di 14’ê Sibatê de hatin binçavkirin û di 17’ê Sibatê de piştî îfadeyê hatin berdan şûnde, diyar kirin ku ew di bin çavan de rastî tehdîd û pêkanînên xerab ên polîsan hatine.
 
Li Mêrdînê di 14’ê Sibatê de bi hinceta 21’emîn salvegera komploya navneteweyî bi ser malan de hat girtin û li navend û navçeyê bi giştî 16 kes hatin binçavkirin. Piranî jê ciwan bûn û piştî binçavkirinê di 17’ê Sibatê de hatin berdan. Ciwanên hatin berdan diyar kirin ku di bin çavan de polîsan di bin navê ‘mulakatê’ de bi wan re sohbet kirine û ji wan re gotine ‘Tu îro alîkarî bide me, em ê jî di her mijarê de alîkarê we bin’.
 
‘Em hatin tehdîdkirin’
 
Saît Sirdaş ku li Qoserê hat binçavkirin wiha got: “Em gazî 6 mulakatê kirin. Me jî nedixwest em biçin. Di axaftina ewil de gotinên wan gihiştin asta tacîzê. Gotin ‘Em dizanin tu kî ye, tu çi karî dikî.’ Piştre polîsekî kamera nîşanê min da û got ‘Binêre li vir kamera heye em nikarin tiştekî bikin. Lê em dizanin tu li ku ye, diçû ku derê, ez li derve te bigirim kes nikare te ji destê min bigire’. Min li dijî van tehdîdan tiştek negot. Tiştên gotin min qebûl nekir û gotin ‘Tu ji me re bibî alîkar, em ê jî alîkariya aborî bidin te.”
 
Pêşniyara sîxuriyê
 
Saît di berdewamiyê de bi lêv kir ku di pêvajoya 4 roj binçavkirinê de zexta derûnî pêk anîne û wiha dawî lê anî: “Ewil polîsên xerab, dawî jî polîsên baş lîstin. Yên gotin ‘em ê li derve hev bibînin’ piştre çay dan min. Gotin ‘em jî birayê te ne, hewcedariya te bi çi hebe bêje’. Me nizanibû ku em çima hatine binçavkirin jî. Li mulakatan her tişt ferz kirin.”
 
Jineke din ya ku hatibû binçavkirin jî wiha got: “Gotinên weke ‘dengê te xweş e, ji me re stranê bêje. Tu kê dibî çiyê? Tu bi hevkariya kê wan dibî çiyê? anîn ziman. Di bin çavan de min daxwaza mulakatan qebûl nekirin.Polîsan di bin çavan de navê hevalê min bi kar anî û zext kir. Bi awayên cuda sîxurtî ferz kirin.”