K.H. : Li Efrînê jiyan bûye dojeh, mirov nikare li wir bijî

  • 09:01 19 Sibat 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jina bi navê K.H ji ber êrîş û zordariya dewleta tirk û hevkarên wê ji Efrînê derket û berê xwe da Kantona Şehbayê. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser bajarê Efrînê axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê piştî Efrîn dagir kir, Efrîn bû dojeh û mirov nikare li wir bijî."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 20'ê çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî bajarê Efrînê kir, gel jî neçar ma koçber bibin û hinek ji wan malbatan  jî di Efrînê man. Sivîlên ku li Efrînê mane her roj bi êrîş, tecawiz û revandinê rû bi rû tên hiştin. Yek ji wan jina bi navê K.H a 21 salî ye. K.H ji gundê Şîltetê yê navçeya Şera Efrînê ye Li navenda Kantona Efrînê dijiya ye û  2 zarokên wê hene. K.H jiyana bindestîyê qebûl nekir û berê xwe da Kantona Şehbayê. K.H kiryar û hovitiyên ku li Efrînê tên jiyîn bi me re parve kir.
 
'Efrîn piştî dagirkeriyê bûye bajarekî xemgînîyê'
 
K.H di destpêka gotina xwe de bal kişand ser jiyana Efrînê ya demê berê û niha û wiha pê de çû: "Efrîn dema Rêveberiya Xweser bi rê ve dibir gelek bi ewle û xweş bû, lê piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve, rojane kiryarên ne baş li ser sivîlan didin meşandin. Her li ser jinan lixwekirina cilên reş tên ferzkirin. Me nikarîbû bi azadiya xwe li Efrînê tev bigeriyan. Efrîn bûye bajarekî xemgînîyê.”
 
'Dewleta tirk xweza û malên sivîlan li Efrînê talan dike'
 
K.H bal kişand ser dizî û talankirina Efrînê û wiha domand: "Li Efrînê rû bi rû talankirin û dizî heye. Erebeya birayê hevjînê min ji aliyê çeteyan ve hat dizîn. Her wiha kurê wî jî bi hinceta bi partî re kar dike direvandin û pere ji malbetê dixwestin. Mal û milkên gel didizin û talan dikirin. Darên zeytûnan hil dikin û êzingan difroşin. Her wiha li şûna daran wargehan ji koçberên Idlibê re ava dikin Bi darê zorê gelê resen ji malê wan derdixînin û malbetên çeteyan li şûna wan bi cih dikin. Dewleta tirk xwezaya Efrînê talan dike." 
 
'Jiyan li Efrînê bûye dojeh'
 
K.H di dawiya axaftina xwe de bang li sivîlên ku li Efrîn mane kir û wiha got: "Banga min ji tevahî gelê ku li Efrînê mane ew e ku derkevin, ji bo em bi hevdu re dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê ji nava axa xwe derxînin û Efrînê rizgar bikin. Dema ez ji Efrînê derketim çeteyan bi hinceta ku ez bi partî re kar dikim ez girtim. Li Efrînê jiyan bûye dojeh."