Ji malbata Edîbe Ozçelîk serlêdana sûc

  • 17:00 18 Sibat 2020
  • Rojane
HATAY - Malbata Edîbe Ozçelîk ya ku dema li Samandagiyê bi ser mala wê de hat girtin û jiyana xwe ji dest da derbarê kesên bûn sedema mirina wê de serlêdana sûc kir.
 
Meclisa Gel a Tebaşiyê, derbarê Edîbe Ozçelîk ya 70 salî de ku di 17'ê Çileyê de li Samandagiya Hatyê bi ser mala wê de hat girtin û dema çek kirin serê zarokên wê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da.  Di daxuyaniya hat dayîn de li gel xizmên Edîbeyê gelek kesên din amade bûn.
 
Di daxuyaniya ku li ber Edliyeya Samandagiyê hat dayîn de lawê Edîbeyê Umît Ozçelîk axivî û got: "Ev qetilkirin û qirkirine." Umît diyar kir ku di roja serdegitinê de polîsan derî şinadine û ketine malê, heqaret li kesên di malê de kirin û li wan dane û diyar kir ku dayika wî Edîbe Ozçelîk di wê demê de krîza dil derbas kiriye.
 
Piştî daxuyaniyê derbarê kesên ku bûn sedema Edîbeyê de serlêdana sûc hat kirin.