6 kesên li Êlihê hatibûn girtin, serbest hatin berdan

  • 16:49 18 Sibat 2020
  • Rojane
ÊLIH - 6 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Li Taxa Hîlal a Êlihê, polîsan di 15’ê Sibatê de bi ser malan de girtin, welatiyên bi navê Hasan Balîcak, Saît Kortûn, Abdûllah Îltaş, Abdûlvahap Tuzun, Kanî Yilmaz û Abdûllah Kaplan binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Îro her 6 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 6 kes bi daxwaza berdanê sewqî dadgehê kirin. 
 
Dadgehê derbarê wan de şertê kontrola edlî da û berdan.