Tevî astengiyan gelê Stewrê dawetî kongreyê hat kirin

  • 15:22 18 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo kongreya 23'ê Sibatê ya HDP'ê, Rêxistina HDP'ê li Stewrê belavok belav kir û bi astengiya polîsan rû bi rû ma. Lê HDP'yan tevî astengiyan dîsa jî belavok belav kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 4'emîn kongreya HDP'ê ya ku ew ê di 23'ê Sibatê de li Enqereyê pêk were belavok belav kir. Tevî Rêveberên HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîn Tuma Çelik şandeya HDP'ê xwest belavokan belav bike û bi astengiya polîsan rû bi rû hat hiştin. HDP'yan bertek nîşanî astengiyên polîsan kirin.
 
Tevî astengiyan HDP'yan dîs jî belavok belav kirin. HDP'yên ku gel eleqe nîşanî wan da piştre li Mahsertê belavok belav kirin.