Ji bo Kongreya HDP'ê belavok hatin belavkirin
- 13:23 18 Sibat 2020
- Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ji bo kongreya ew ê di 23'ê Sibatê de li Enqereyê bê lidarxistin belavok li Çinarê belav kir û gel vexwend kongreyê.
Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo 4'emîn kongreya partiya xwe ya ew ê di 23'ê Sibatê de li Enqereyê were lidarxistin belavok belav kirin.
Semra girîngiya dîrokî ya kongreyê anî ziman û gelê Çinarê vexwend kongreyê.