Li Wanê starta xebatên 8'ê Adarê hat dayîn

  • 13:18 18 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîstên TJA'ê li Wanê starta xebat û çalakiyên 8'ê Adarê dan û banga tevlîbûnê kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê plansaziya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Aktîvîstên TJA'yê li baxçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî dan û pankarta "Jin jiyan azadi” vekirin. Daxuyanî ji hêla endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) HatÎce Kiye ve hat xwendin. 
 
Hatîce, di daxuyaniyê de qala dîroka 8'ê Adarê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "8'ê Adarê ji bû sembola têkoşîna rizgariya jinan. Jin bi 8'ê Adarê li dijî zîhniyeta serdest a mêr, bi rêxistinbûna xwe li ber xwe da. Li ser vê esasî bi hêza xwe ya rêxistinbûnê em bi biryar dê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hatîce, destnîşan kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û got: "Îro bêtir hewcedariya me bi têkoşînê heye. Tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê li hemû qadên jiyanê pêk tê. Ji bo şikandina tecrîdê divê em bi biryarbin."
 
Hatîce, diyar kir ku şer, şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinê her ku diçe zêdetir dibe û wiha bi lêv kir: "Li cihê ku kuştina jinê zêde be li vir qada em bijîn namîne. Em ê li qadan bibin dengê Gulistan, Emîne û Berfînê. Em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin. Em ê îsal bi dirûşma "Jin berxwedanê mezin dikin, bi rêxistinbûnê ber bi azadiyê ve diçin" dakevin qadan."
 
.