Heskîfê ji ji rêya bejahî re hat girtin

  • 12:01 18 Sibat 2020
  • Rojane
ÊLIH - Heskîfa ku ji rêya bejahî re hat girtin, ketin û derketina navçeyê wê êdî bi tekne û kelekan bê kirin.
 
L Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê hat avakirin kota avê ji 78 metreyî bihûriye. Ji ber barîna rojên dawî ya berf û baranê av bilind bû. Heta niha herî kêm 50 gund di bin avê de mane. Zeviyên hin şêniyên herêmê jî di bin avê de man. 
 
Hindik maye ku av di ser Pira Heskîfê ku navenda navçeya dîrokî û Êlihê digihîne hev jî derbas bibe. Hema bêje lingê pire bi tevahî di bin avê de mane. Li gorî daxuyaniyên ku rayedar didin ji îro şûnve rêya Pira Heskîfê ango rêya bejahiyê ji çûnehata wesayît û welatiyan re hatiye girtin. 
 
Rêya bejahiyê ya ku beriya çend rojan jî ji çûn ûhatinê re vekirî bû û vê rêya di nava gundên Zaxora, Zeriyê û Şikeftan de diçe beşek wê di bin avê de ma. Av ji gundê Şikeftan bihûriye û gihîştiye ber Pira Hilawistî ya nêzî gundê Şikeftan. Tê payîn ku ev Pira  cihê geştiyaran bû di demek kin de bi temamî di bin avê de bimîne. Ketin û derketina navçeyê wê êdî bi tekne û kelekan bê kirin.