Dîsa agir berdan Madimakê: Em yên efû dikin jî efû nakin!

  • 09:07 18 Sibat 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Malbatên ku zarokên xwe di komkujiya Madimakê de winda kiribûn diyar kirin ku bi biryara efûyê ya ji bo gumanberê komkujiyê Ahmet Turan Kiliç hatiye dayîn peyama ‘Hûn dikarin komkujiya komî pêk bînin, em we efû dikin’ heye û gotin: “Ev pirsgirêka Tirkiyeyê. Em ê li dijî biryarê dozê vebikin. Hûn yên efû kirine jî efû nakin.”
 
Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Sêwasê di navde rewşenbîr, rojnameger û hunermend jî hene 33 kes hatin qetilkirin û gumanbarê komkujiya Madimakê Ahmet Tucan Kiliç ku rastî cezayê muebeta giran hatibû ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve hat efûkirin. Bertekên li hember vê didomin. Rêxistinên Elwiyan xwestin li ber wezareta dadê daxuyaniyê bidin lê destur nehat dayîn û Elewiyan li dijî biryarê, gotin wê çalakiya xwe bidomînin. Jinên ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kirin, biryara efûyê nirxandin.
 
‘Gelo hûn kesê ku bi bîdonê benzîn hat çawa efû dikin’
 
Pakîze Dogan ku di komkujiyê de kurê xwe Serkan Dogan yê xwendekarê zanîngehê bû winda kir, got ew biryara efûyê qebûl nakin û wiha got: “Gelo hûn çawa vî kesî, yê ku bi bîdonê benzîn hat wir û zarokên me kuştin, efû dikin? Bila zarokê min ji min re bînin. Gunehê me çiye? Ji girtîgehan tabut derdikevin lê bi hinceta ku çîmên kujer diêşin wî efû dikin. Çi hewcebe em ê bikin. Em ê heta dawî têbikoşin.”
 
Pakîzeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku serokomar îdia dike ku newekheviyê nake û wiha pê de çû: “Dema me biryar efûyê bihist, me carek din heman êş jiya. Kezeba me carek din şewitî. Madimak dîsa şewîtî. Ew dîmen dîsa zindî bû. Ger efû derdikeve, wê demê çima girtiyên nexweş nayên derxistin. Serokomar diçe Sêwasê, jinek derdikeve pêş wî û dibêje ‘bavê min berde’. Ew jî berdide. Wê demê yê min jî bila kurê min bîne. Hîna 19 salî bû. Mezin nebû. Her tim li wir ma.”
 
‘Gelo min kujerê zarokên wî efû bikira wê çi bigota?’
 
Yeter Sîvrî ya ku di komujiyê de du keçên xwe Asuman û Yasemîn winda kir, bertekên tûnd nîşanê biryarê da û wiha bang li serokomar kir: “Gelo ew di şûna min de bûna, min kujerên zarokên wî efû bikira wê çi bigota? Ji bo qetilkirina 33 kesî, kujerê benzîn dibir û zarokên me bi zindî şewitand, tê tehdliyekirin. Li girtîgehan gelek nexweş hene. Çima ew nayên derxistin. Ez efû nakim. Bila Xwedayê jor efû neke. Li Axret û cîhanê her du destên min li skûra wan e.”
 
‘Kengê çûm cem zarokên xwe wê demê doza min jî wê biqede’
 
Yeterê di dawiyê de wiha got: “Dema min bihist ku kujerê 33 kesî hatiye berdan min heman tişt jiyan. Em kes ji ber alîgirê şerîatê û vê pergalê ye hat berdan. Ger edelet hebûna, vî kujerê ku bîdonê benzîn dibir wir, nedihat berdan. Ez heta dawî li pey doza xwe me. Ez kengê çûm cem zarokên xwe wê demê doza min jî wê biqede.”
 
‘Tu car edelet pêk nehat’
 
Husna Kaya ku di Madimakê de kurê xwe Koray yê 12 salî û keça xwe Menekşe ya 14 salî winda kir jî hêrsa xwe wiha anî ziman: “Hiqûq û edalet tu car ji bo me pêk nehat. Piştî Menekşeyê, Menekşeyek min ya din çêbû. Efûkirina gumanbar ewil wê bihist û ji min re got. Ger wî kesî zarokê serokomar bişewitandina, me efû bikira wê çi biba? Canê min dişewite, Sêwas hîna dişewite. Kujer cezayê xwe nekşand. Li derve digere. Kurê min Koraya hîna 12 salî bû. Korayê min welat nefirot. Zirar neda kesî. Tu sûcî wî tunebû. Menekşe di Semahê de bû. Em cara ewil di 92’yan de ji bo bibîranîna Pîr Sultan çibûn. Zarokên me nehatibana qetilkirin wê mirovên mezin jê derketibana. Lê nehiştin em wan rojan bibînin. Sala din jî em çûn Sêwasê. Ez ji Navenda Çandê xilas bûm. Em cop kirin, kevir kirin. Cam avêtin ser me. Hîna li ber çavên min e. Mirovan digotin ‘bişewitînin’. Ew zîhniyet hîna didome. Binêrin piştî salan şûnde em carek din şewitandin. Lê bila serokomar bizane ku ev mijar wisa nayê girtin. Wê têkoşîna me bidome.”
 
‘Bi hedê kesî neketiye kujerên zarokên me efû bike’
 
Xwişka Gulsum Karababa ku di komkujiyê de hat qetilkirin, Nîlgun Karababa jî destnîşan kir ku piştî biryarê bi rêxistinên Elewî re daxuyanî dane çapemeniyê û got: “Bi hedê kesî neketiye ku kujerên zarokên me efû bike. Biryarek wisa ji aliyê yek kesî ve nayên girtin. Parêzerên gumanbarên komkujiya Madimakê di AKP’ê de parlamenter in. Bûn parêzer, bûn wezîr, bûn serokê DDB’ê. Her tim hatin parastin. 27 sale em doza Madimakê dişopînin. Gumanbarê herî kal, Ahmet Turan Kiliç bû. Di salonê de vegeriya li me mêze kir û got ‘îro be jî ez ê heman tiştî bikim. Ez ne poşman im.’ Yek ji kesên ku bîdonê benzîn dianî û gotina ‘bişewitînin, bişewitînin’ diqêriya. Bi biryara efûyê peyama ‘komkujiyê bikin em ê we xelat bikin, em cezayên we efû bikin’ dane. Di doza komkujiyê de têkoşîna hiqûqa hundir neqedyaye. Doz didome. Gelek gumanbarên nehatine dîtin hene. Em ê der barê dozê de li serokomar jî dozê vebikin.”