Pero Dundar: Tecrîd bi têkoşîna rêxistinkirî dikare bê şikandin

  • 09:06 18 Sibat 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar tecrîd girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Birêz Ocalan tevî tecrîda giran, ev lîstik vala derxist.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û da zanîn ku di heman demê de tecrîd bandorek mezin li ser jinan û gel dike.
 
Pero destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û got ew roj ji bo jin û gelan ‘rojek reş’ bû û wiha pê de çû: “Divê bê zanîn ku di esasê de dihat xwestin ku şerekî navneteweyî bê derxistin. Bi radestkirina Birêz Ocalan, xwestin Tirk û Kurdan bikin şerekî giran. Armanca komploya 9’ê cotmehê jî ev bû. Lê dîtin ku bi ser neketin, bi 15’ê Sibatê berdewam kirin û xwestin li Rojhilata Navîn şerekî derbixin.”
 
Pero bi lêv kir ku kesên dixwestin vê konsepta şer bidomînin, Abdullah Ocalan wek sedema şer nîşan dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 1993’yan de xwestin agirbestê bikin. Hevdîtin hatin kirin. Dewleta Kurd ya dewlet û cîhanê pêşî li agirbestê girtin. Di vê mijarê de mirina Turgut Ozal hat rojevê. Yên nexwestin aştî bê Rojhilata Navîn ev komplo heta 99’an berdewam kirin.”
 
‘Tevî tecrîdê lîstik vala derxist’
 
Pero daxuyakirin ku dema Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hat kirin, serokwezîrê demî Bulent Ecevît gotibû ‘min fêm nekir çima dan me’ û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku xwestin Tirkiyeyê bikin nav agirê mezin. Birêz Ocalan di parêznameyên xwe got ‘Wan xwest şer derbixin’ û gotibû ji bo aştiyê çi ji destê wî tê dike û listika dewleta kûr vala derxistiye.”
 
‘Tecrîda girankirî didome’
 
Pero di axaftina xwe da zanîn di şexsê Abdullah Ocalan tecrîda giran ya li welat hatiye ferzkirin, 20 sal in didome û wiha berdewam kir: “Ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û 200 rojî berdewam kir. Piştî grevê hevdîtin pêk hatin, lê dîsa pêvajo hat xetimandin. Tecrîda giran didome. Tecrîd bi têkoşîna rêxistinkirî dikare bê şikandin.”
 
‘Divê Tirkiye dawî li tecrîdê bîne’
 
Pero di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mafê jiyana me, mafê axaftin, jiyana me di xetereyê de ye. Jin her roj winda dibin, bi tacîz û tecawizan re rûbirû dimînin. Şer her diçe kûr dibe. Ji ber vê divê hem hêzên navneteweyî hem jî Tirkiye bersivê bide. Divê em jin gotina xwe ya li dijî tecrîdê bi biryartir bînin ziman. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê Tirkiye demildest dawî li tecrîdê bîne.”