Li dijî tecrîta Îmraliyê daxuyaniya hevpar: Tecrît sucê mirovahiyê ye

  • 16:17 17 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL- Der barê tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya  Parezerên Buroya Hiqûqê ya  Asrinê daxuyaniya hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li hemû komeleyên demokratîk û mafên mirovan hat kirin ku li dijî tecrîta Îmraliyê tekoşîneke demokratîk bidin meşandin. 
 
Parezerên Buroya Hiqûqê ya  Asrinê  der barê hevdîtina ku 7'ê tebaxê sala 2019'an de bi  muwekilên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî de  li Taksîm Hill Otelê daxuyaniya hevpar da çapemeniyê. Hevseroka Kongreya Civata Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Wekfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Komeleya Hiquqnasan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniya hevpar ku hat dayîn de bal hat kişandin ser tecrîta Îmraliyê û hat gotin ku 22 salin tecrît bi awayeke sîstematîk tê meşandin û hat diyarkirin ku bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya aşitiyê ji aliyê hikûmetê ve her tim hatiye astengkirin û da zanîn ku dewleta tirk demokrasî ji bîr kiriye û gelên Tirkiyeyê bi pirsgirîkên civakî û aborî re rû bi rû hiştine. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan bandoreke neyînî  li ser gelên Rojhilatanavîn dike. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê gelan ve wekî pêşeng hatiye qebûlkirin û hat bibîrxistin ku Leyla Guven ji bo qedexeyên li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir û  di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1993'an de û heta niha bi têkoşîneke demokratîk û aştiyane bûye mînak û  ji aliyê gelan ve wekî pêşengek hatiye qebûlkirin. Ji ber wê jî ji bo  qedexeyên li ser birêz Ocalan bi dawî bibin û xalên  meqanûnê bên pêkanîn 8'ê mijdarê di sala 2018'an de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir." 
 
Banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin 
 
Di daxuyaniyê de bang  li hemû saziyên demokratîk û komeleyên mafên mirovan û raya giştî hat kirin ku li dijî tecrîta li Îmraliyê tekoşîna demokratîk bidin meşandin.
 
'Tecrît sucê mirovahiyê ye'
 
Piştre Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci axivî. Şebnemê destnîşanî rewşa girtîgehan kir û got ku bi salane tecrîta li girtîgehan didome û da zanîn ku  ev ne yekem e  û ne ji dawî ye û dirêjî da axaftina xwe:" Di vê pêvajoyê de hemû girtîgeh wekî Îmaraliyê veguherîne qadên tecrîdê. Tecrîd sucê mirovahiyê ye. TİHV wekî komeleya mafên mirovan her tim aniye ziman ku tecrît sucê mirovahiyêye û di vê çarçoveyê de hişyarî kiriye. Ji ber ku tecrît hem tendûristiya mirov û hem ji mafên herî mirovane  ji destê mirovan digire. Me dixwest ku ev daneyan destê me bûna û li ser wê me xebat dabûna meşandin. Lê mixabin ji ber ku tu caran ev dane nehatin komkirin em jî nikarin xebateke bi vî awayî bidin meşandin." 
 
'Tecrît pirsgirîkeka bingehîn e '
 
Şebnemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tecrît pirsgirîka bingehîn e û wiha pê de çû:" Em wekî bijîşkan em dibêjîn ku tecrît pirsgirîkeke tendûristî ya  gel e. Me got ku divê tecrît wekî rêbazeke îşkenceyê bê dîtin û bi lez divê bê rakirin. Divê mirov li qadên xwezayî bên bicihkirin." 
 
'Riya aşitiyê di Îmraliyê re derbas dibe'
 
Her wiha Hevserokê ÎHD'ê yê giştî Ozturk Turkdogan jî axivî. Ozturk jî bal kişand li ser tecrîta li îmraliyê û got ku qedexekirina hevdîtinan li dijî qanûnê ye û ev tişt anî ziman:"  Hevdîtin li Îmaraliyê bi awayekî kêfî li Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmaraliyê tê qedxe kirin. Li wêderê tevgerînek li gorî kesan heye. Hevdîtin mafê herî mirovane ye û mafê her girtîyekî ye. Divê ev rêbazên kêfî bên bidawîkirin. Riya aşitiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Em dubare dibêjîn divê tecrîta li ser birêz Ocalan û girtiyên din bi dawî bibe."