'Xwedî li cenazeya Hûriyeyê derkevin'

  • 12:58 17 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê xwekuştina Hûriyeyê de saziyên jinan daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Kuştin û xwekuştina jinê polîtîk e. Sedema van kuştin û xwekuştinan şer e, xizanî ye, zext e, bêhêvîtî ye û sîstema serdestiya mêr e." 
 
Hate îdîakirin ku Hûriye Ûçar (38) a ku li herêma Tempelhof a paytexta Elmanya Berlînê dima, pêr êvarê xwe ji qatê 7'an ê avahiya ku lê dima avêt û dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Ûçar rakirin nexweşxaneyê, di dawiya otopsiyê de wê bişînin warê wê Bîrecîkê. Saziyên jinan daxuyaniyeke hevpar weşandin. 
 
Saziya jinên Kurd DESTAN û hevalên nêz ên Hûriyeyê gotin ku malbat û birayê wê zext lê dikirin û wê nedixwest ku bizewice bibe. Hûriye jineke kurd bû ku li herêmê dihat hezkirin. Meclîsa Jinê ya DESTDAN, BINEVŞ EDESA (Meclîsa Jinê ya Êzidî), Meclîsa Jinê ya Jiyan, Flamîngo E.V. li ser mijarê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kuştin û xwekuştina jinê polîtîk e û wiha hat gotin: "Sedema van kuştin û xwekuştinan şer e, xizanî ye, zext e, bêhêvîtî ye, sîstema serdestiya mêr e. Berpirsyarê van hemuyan jî dewleta bi zîhniyeta serdestiya mêr e. Em ne mal, milk û namûsa kesî ne. Hûn nikarin biryarê li ser beden, ruh, jiyana me bidin. Em ê li dijî her şêwe tundiyê heta dawiyê têbikoşin. Doh Hatûn Surucu, Semanûr û Yeter û bi dehan xwişkên me bûn. Îro jî Hûriye ji nava me birin. Hûriye ji ber ku bêçare hate hiştin dawî li jiyana xwe anî. Bi navê saziyên jinan em ê xwişkên xwe yên zîhniyeta serdest a mêr ew ji nava me birin ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê li pêşberî qirkirina jinê bêdeng nemînin."
 
Di daxuyaniyê de bang li saziyên jinan û hêzên demokratîk hate kirin ku xwedî li cenazeyê Hûriyeyê derkevin.