MSD'ê serdana P.Ç.K.S kir û girîngiya yekîtiya kurdî nîqaş kirin

  • 12:54 17 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Şandeyek ji MSD'ê serdana Partiya Çep a Kurd li Sûrî P.Ç.K.S ya li navçeya Til Temirê kirin û derbarê yekîtiya Kurdî de nîqaş kirin. 
 
Şandeyek ji MSD'ê Îlham Omer Endama Meclisa Serokatiya MSD'ê û Endama Ofîsa Jin a MSD'ê Wefa Omer serdana Partiya Çep a Kurd li Sûrî a navçeya Til Temirê kirin. Endam û rêveberiyê partiyê bi germahiyekê pêşwaziya şandeyê kirin. 
 
'Bi yekîtiya kurdî re em ê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin'
 
Derbarê girîngiya yekîtiya kurdî de Îlham Omer wiha axivî: "Pêwîst e li dijî dagirkeriyê em yekîtiya xwe êdî ava bikin. Heger em dereng bimînin ew ê destkeftiyên ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîd û gelê me yê ev 8 sal in li ber xwe dide hatiye bidestxistin, winda bikin û dîsa vegerin sifirê. Destkeftiyên Şoreşa Rojava di xeteriyê de ne."
 
'Bi çareserkirina pirsgirêka kurd wê pirsgirêka Sûriyeyê jî çareser bibe'
 
Îlhamê da zanîn ku yek ji pirsgirêkên sereke ku pêwîst e bê çareserkirin ya kurd e û wiha dewam kir: "Di nava çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de pirsgirêka yekîtiya kurdî jî heye. Xebatên ku bikaribin nêrînên hemî partiyan bînin cem hev û bikin yek dikeve ser milê me tevan. Kurdan di serdema firansî, dagirkeriya Osmanî û Ingilîz de jî şehîd dayiye. Ji ber wê pêwîst e em xwedî li nirxê xwe yê dîrokî derkevin û nebin lîstok di destê xêrnexwazan de."
 
Îlhamê di dawiyê de wiha got: "Eger tiliya mirov dêşê beden tevahî dikeve tayê de, ji ber wê jî partiyên ku ji yekîtiya kurdî re dibin asteng pêwîst e li xwe vegerin û nebin asteng li hember pêkanîna xewna hezarên sal yên Gelê Kurd. Pêwîst e hîn bêtir xebatên ji bo yekîtiya kurdî berfireh bibin."
 
Serdan bi nîqaşkirina li ser girîngiya yekîtiya kurdî bi dawî bû.