Gumanbarê êrîşa zayendî serbest hat berdan

  • 10:18 17 Sibat 2020
  • Rojane
Filiz Zeyrek 
 
EDENE - Dozger di daneşîna doza  M.A.K. yê di doza hevberdanê de derket holê du zarokên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine biryara bêşopandinê da û gûmanbar serbest berda. Bi têkoşîna dayika zarokan B.K. derbarê gûmanbar M.A.K. de carekedin doza hat vekirin. B.K., bang li hemû jinan kir ku tevli daneşîna wê sibe bê dîtin bibin û piştgiriyê bidinê.  
 
Jina bi navê B.K., derbarê mêrê pê re hat zewicandin M.A.K. de di meha çileyê ya sala 2019'an de doza hevberdanê vekir. Di pêvajoya lêpirsîna ku wê zarok ji kê re bimînin de Dadgeha Malbatê rapora lêkolîna civakî xwest. Di hevdîtina ku pisporê xizmeta civakî kir de derket holê ku zarokên temenê wan di navbera 5 û 6 salan de diguhere ji aliyê bavê xwe M.A.K. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Li ser vê dayika zarokan B.K. li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Lê dozger li gel hemû delîlan û îdadeyên zarokan, bi hinceta "Di nav aliyan de ji ber ku doza hevberdanê heye, di navbera wan de nelihevkirinek heye" derbarê dozê de biryar bêşopandinê da. Li ser vê biryar dozger destûr hat dayîn ku bavê êrşkar bi zarokan re hevdîtinê bike. Lê dayê B.K. rewş ji CÎMER'ê re jî ragihan, îtîraza wê hat qebûlkirin û derbarê M.A.K. de careke din li 1.'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê doz hat vekirin. 
 
B.K. ji bo doza ku wê sibe bê dîtin bang li hemû jinan kir ku pêdiviya wê bi wan heye û bila piştevaniya wê bikin. 
 
'Ji bo pêşeroja zarokên xwe banga piştevaniyê dikim'
 
B.K. diyar kir ku ew dixwaze kesê ev tişt aniye serê zarokên wê bi cezayê herî giran bê cezakirin û wiha got: "Bia îfadeyên zarokên min neyên piştguhkirin. Ez wekî dayika wan bi wan bawer dibim. Alîkariya min bikin. Ez dixwazim vî kesê ku zarokêm min kirine vê rewşê bê girtin, girtî bê darizand û cezayê pêwist lê bê birîn. Ez bang li hemû jinan dikim ku sibe tevli daneşîna bê dîtin bibin û piştgiriya min bikin."