Jinên li Mexmûrê bi zimanê xwe hînê xwendin û nivîsandinê dibin

  • 10:09 17 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo jinan dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandinê hat destpêkirin. 21 jin tevlî dewreyê bûn û gotin: "Dema mirov bi zimanê xwe hînê xwendin û nivîsandinê bibe, mirov dikare zimanên cuda jî hîn bibe."
 
Jinên ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijîn, ev 26 sal in di nava şert  û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Her wiha jin ligel amborgoya li hemberî wargehê kar û xebatên xwe didomînin. Meclîsa Jinan a Îştarê ya Mexmûrê bi pêşegiya Akademiya Şehîd Jiyan perwerdeya xwendin û nivîsandinê da destpêkirin. 21 jin tevlî perwerdeyê bûn. Perwerde ji aliyê mamostayên Akademiya Şehîd Jiyan ve tê dayîn. 
 
Jina bi navê Ezîze Sêrt 50 salî ye û tevlî perwerdê dibe û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Ez 50 salî me û min nû dest bi xwendina bi zimanê kurdî kiriye. Derfeta ku ji bo me hatî amadekirin girîng e. Divê mirov nebêje temenê min evqase ez hîn nabim. Çend mezin dibin û biçûk dibin divê xwe pêş bixin. Di zaroktiya xwe de ez tenê salek çûme dibistanê. Ji ber ku bavê min nehişt ez biçim û digotin zarokên keç nikarin biçin dibistanê. Ev dewra duyemîn e ku ez tevlî perwerdeyê dibim. Her roj tiştek hîn dibim. Divê li pêşiya zarokên keç û bukên xwe negire. Divê em bi perwerdê zimanê xwe pêşve bibin."
 
Eyşe Yildiz jî tevlî perwerdê dibe û wiha qala rewşa xwe kir: "Berê xwendina zarokên keç qedexê bû. Her wiha malbat jî nedihiştin ku em bixwinîn. Pewistiya me hemû ya xwendin û nivîsandinê heye û lê belê bi zimanê xwe. Ez li vir bi zimanê kurdî hînê xwendin û nivîsandinê dibim. Heke em bi zimanê xwe hînê xwendin û nivîsandinê nebin em nikarin fêrî zimanên cuda bin jî."