Ji dayika girtî banga hestiyariyê

  • 09:09 17 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Resmiye Baybars diyar kir ku du kurên wê girtîne û got divê demildest ev zext bi dawî bibin û got: “Li du kurê min ceza hat birîn. Di girtîgehên cuda de ne. Kurê min yê li girtîgeha Osmaniyê dimîne du sale di hucra yek kesî de tê girtin û ji ber îşkenceya dîtiye êşên wî zêde ne lê nayê dermankirin. Ez ji bo girtiyan banga hestiyariyê dikim.”
 
Resmiye Baybars ku du kurên wê girtiye diyar kir ku kurê wê Abdulkadîr Baybars yê li girtîgeha Osmaniyê girtiye, ji ber parastina di rûniştinê de kiriye ev du sale di hucra yek kesî de tê girtin. Resmiyeyê daxuyakirin ku berê serî li ÎHD’ê dane lê tu tiştek nehatiye kirin û banga piştevaniyê kir.
 
‘Du sale di hucreyê de tê girtin’
 
Resmiyeyê daxuyakirin ku di qedexeyên derketina derve ya 2015-2016’an a Nisêbînê de du kurên wê hatine girtin û ceza girtine û got: “Abdulrahîm li girtîgeha Sîlîvriyê dimîne. Ji endamtiya rêxistinê 20 sal ceza lê birîn. Abdulkadîr jî li girtîgeha Osmaniyê ye, du caran cezayê muebeta giran lê hat birîn. Di 2018’an de meha Çile de ji ber parastina li dadgehê xistin hucreya yek kesî. Nahêlin kes pê re hevdîtinê bike. Pirtûk û cilên em dişînin nadinê. Dibêjin divê tu her tiştî ji vir bigirî.”
 
‘Gardiyanan di hucreyê de ew derb kirine’
 
Resmiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber kurê wê tenê dimîne dengê wî ketiye û got: “Du sale tenê dimîne. Ji me dûr e, em nikarin her tim biçin. Em bi telefonê diaxivin. Dengê wî pir ketiye. Tiştên tên serê wî ji me re nabêje. Du meh berê em çûn hevdîtina wî, gardiyanan di hucreyê de ew derb kiribûn. Pozê wî mor bûbû. Divê demildest dawî li vê îşkenceyê bê.”
 
‘Şopên îşkenceyê hîna hene’
 
Resmiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kurê wê Abdulkadîr jî dema hatiye binçavkirin rastî îşkenceyê hatiye girtin û wiha dawî lê anî: “Ji ber îşkenceyê êşa wî heye. Lê hîna jî nehatiye dermankirin. Her cureyê îşkenceyê lê dikin. Niha di hucreyê de ye. Em nizanin rewşa wî çawaye. Bila êdî dest ji zarokên me berdin.”