Êzidiyên li Mîdyatê meheke li nexweşxaneya dewletê nayên dermankirin

  • 09:05 17 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Êzidiyên di encama êrîşa DAIŞ’ê de neçar mabûn koçî herêmê bikin, tevî nasnameya wan ya parastina qeydkirî heye jî ev meheke li nexweşxaneya dewletê nayên dermankirin.
 
Di 2014’an de DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir û di encama êrîşê de bi hezaran hatin Tirkiyeyê û 4 hezar kes li Kampa Fîdanê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin bicihkirin. Di 2016’an de piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê bû, kamp hat valakirin û malbat li kampa AFAD’ê ya Mîdyata Mêrdînê bi cih bûn. Di Tebaxa 2018’an de Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya girêdayê Wezareta Karê Hundir, kamp girt û malbat ji wir derketin.
 
Piştî kamp hat girtin li şûna malbat li kampên herêmê bên bicihkirin, li navçeyê xanî girtin û jiyana xwe wisa berdewam dikin. Welatiyên Êzidî diyar kirin ku ev meheke tevî nasnameya wan ya parastina qeydkirî heye jî li nexweşxaneyên dewletê nayên dermankirin.
 
‘Em sê caran ji cihê xwe hatin kirin’
 
Horî Alî Jafrî ya di 2014’an ji herêma Xanesor a Şengalê ji ber şer koçî Tirkiyeyê kir, diyar kir ku piştî şer jî zor û zehmetiyên jiyane bi dawî nebûye û got: “Em di 2014’an de ji ber fermanê hatin vir. Hefteyekê em di riyan de perîşan bûn. Em tî û birçî man. Ji german em bi mirinê re hatin rû hev. Em bi rojan perîşan bûn. Piştî em hatin vir, em şandin kampa Amedê. Li wir rewşa me baş bû. Ji me hez dikirin. Me kêm be jî şer ji bîr dikir. Em di 2017’an de şandin Mîdyatê. Em niha li kampa Mîdyatê jî bimana wê rewşa me baştir bûna.”
 
Horiyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em demekê li kampê man û em derxistin. Em bi Erebên ji Sûriyeyê anîbûn, re diman. Ne hemûyan, hinekan ji ber baweriya me heqeret li me dikirin. Piştre kamp hat valakirin. Me jî li navçeyê xanî girt. Em li vir jî gelek pirsgirêkan dijîn. Piştre me hewl da em biçin Ewropayê. Kêm kes li navçeyê man. Berê em bi qertên parastinê dihatin dermankirin. Lê ev meheke em nayên dermankirin. Berê em hemû ligel hev bûn. Em di kon de diman. Em girêdayê hev bûn. Lê niha em hemû belav bûn. Niha nîvê me çûn Ewropayê. Em jî li van deran man. Berê em bi nasnameya xwe diçûn nexweşxaneyê. Niha meheke me derman nakin.Em divê biçin Mêrdînê. Li navçeyê dibêjin ‘qeyda we tune û derman nakin’.”