'Çareseriya mayînde fikrên rêber Apo ne'

  • 09:03 17 Sibat 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, derbarê hedefgirtina jinan ji aliyê hêzên desthilatdar ve, her wiha destdirêjiya ku li ser vîna jinan hatiye kirin û li hember van pêkanînan jî têkoşîna jinan ev tişt gotin: " Bi derketina felsefeya Rêber Apo re, jinê koletî veguherand hêza têkoşînê, Ji bo têkbirina pilanên desthilatdariyê fikirên Rêber Apo çareseiya herî mayin de ne."  
 
Bi her awayî li dijî îradeya jinê hewldanên têkbirinê hatine kirin. Bi derketina fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, jinê zêdetir xwe nas kir û ji bo azadiya xwe têdikoşe. Ji ber wê ye ku li Rojava şoreya pêk hat bi navê jinê tê pênasekirin. Dewletên hovane yên wekî dewleta tirk heta îro jî jin kirine hedefa xwe û ji bo têkbirina îroadeya jin her di nav hewldanan de ne. Derbarê pêşketina jinê de jinên Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Jin  di têkoşîna xwe de bi israr in'
 
Endama Kongreya Star a navçeya Ehdas li Herêma Efrînê Zeyneb Xelîl nêrîna xwe  anî ziman û wiha got: "Di dîrokên  desthilatdariyê de, her jin ji mafên xwe bê par mane  û rojane bi îşkenceyê re rûbirû mane. Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo re, jinê êdî nema koletî qebûl kir û ji bo bidestxistina mafê xwe têkoşîn da. Bi fikirên Rêber Apo re  jinê  bêhtir cewherê xwe nas kir û gihêşta heqîqeta  xwe. Jin bi azadbûna  fikirên xwe gelek destkeftî mayinde kirin, lewma bû armanca hezên desthilatdar û êrîşkar yên mîna dewleta tirk û komên girêdayî wê. Piştî êrîşên li ser Efrînê jin bi rêzabên herî hovane re rûbirû hatin.  Lê tevî vê yekê jî rihê têkoşînê di nava jinan de belav bû. Jin di têkoşîna xwe de bi israr in." 
 
'Ji bo têkbirina pilanên li ser jinan em ê têbikoşin'
 
Cîgira Komîteya Jinê ya Wargeha Berxwedanê Bêrîvan Şilfo, têkildarî mijara êrîşên ku jinan hedef digrIN nêrîna xwe anî ziman û wiha pê de çû: "Rêber Apo dibêje 'Dema jin şer bike azad dibe, azad bibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin' em jî wek jinên Efrînê xwe layiqî gotinên Rêber Apo dibînin. Her çiqas di demên berî  şoreşê de, jin hatibû kolekirin jî lê bi derketina felsefeya Rêber Apo re, jinê koletî veguherand hêza têkoşînê. Azadiya civakê dijberî koletiyê ye, ji bo wê êrîşên herî hov lI ser jinin û civakê hatin kirin. Hêzên desthilatdar dixwazin civakê li gor xwe bidin meşandin û  wê fêrî koletiyê bikin. Ji bo têkbirina pilanên desthilatdariyê fikirên Rêber Apo çareseiya herî mayin de ne."