'Ji ber kevneşopiyên civakê jin ji xwendinê bê par mabûn'

  • 09:01 17 Sibat 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Rêvebera Kongreya Star a Kampa Koçberên Girê Spî Miha El-Hamid di derbarê perwerdekirina jinan de wiha got: "Em hewl didin ku fikirêN jinê pêş bixin û wê ji tarîtiya nexwandinê rizgar bikin. Ji ber ku zanin ji bo jinê hewce ye, jê re di jiyana civakî de dibe alîkar û bi rêya zaninê kar û xebatên xwe pêş dixe."
 
Rêxistina Kongreya Star bi armanca perwerdekirina jinan li Kampa Koçberên Girê Spî ji 1’ê Sibatê ve dest bi dayîna waneyan ji bo jinan kir. Di pêvajoya yekemîn a perwerdeyê de bi tîpên erebî perwerde tê dayîn. 25 jinên ji Kantona Girê Spî tevlî vê perwerdeyê bûne. Perwerde ji hefteyê 3 rojan tê dayîn. Dayik, jin û Rêvebera Kongreya Star a Kampa Koçberên Girê Sipî di derbarê vekirina perwerdeyê de ji ajansa me re axivîn.
 
'Zanist bingeha jiyanê ye'
 
Dayika bi navê Zekîye El-Salêh ya ji navçeya Eyn El-Arûs ya Kantona Girê Spî ku niha li kampa koçberan a Girê Spî bi cih bûye destnîşan kir ku ew ji bo fêrî xwandin û nivîsandinê bibe beşdarî vê perwerdeyê bûye û wiha got: "Ez dixwazim ji vê perwedeyê sudê werbigirim.  Ji destpêka perwerdeyê ve ez hewl didim balê bikşînim ser waneyên tên dayîn, ji ber ku perwerde sudek mezin dide mirovan. Zanîn ji bo jinan bingeha jiyanê ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî perwerdeyê bibin û xwe zane bikin."
 
 'Ev perwerde ji bo jinan firsendek e'
 
Şemsê Ehmed jî derbarê tevlêbûna xwe ya ji bo perwerdeyê  axivî û wiha got: "Ez hatim perwerdeyê ji bo ku fêrî xwandinê bibim, ji ber ku zanîn di jiyanê de girîng e. Min kêmasî di kesayeta xwe de didît, ji ber ku min xwandin û nivîsandin nizanibû. Dema ku min bihîst ev perwerde vebûye ez bi coş û moraleke mezin tevlî bûm. Ev perwerde ji bo jinan firsendekek girîng e. Kongreya Star bi vê insiyatîfê karibû ji bo jinên kampê xizmeteke mirovî ya girîng bike."
 
'Ev perwede ji bo jinan gaveke erênî ye'
 
Sûreya El-Mesrodî ya ji kantona Girê Spî ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê koçber bûye wiha got: "Em ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûn, dema ku em ji bajarê xwe derketin me di rê de pir zehmetî dîtin heta ku em gihêştin kampê. Piştî ku Kongreya Star ev perwerde di kampê de vekir, ez jî tevlî bûm ji bo ku fêrî xwandinê bibim. Ev perwerde ji bo jinan gaveke erênî bû. Ji ber kevneşopiyên civakê em ji xwandin û nivîsandinê mehrûm mabûn. Niha derfet ji bo me jinan hat dayîn ku em xeyalên xwe pêk bînin û mafê xwe bi dest bixin. Jin bi îradeyek mezin tevlî perwedeyê bûne. Em mamosteya ku me fêrî xwendin û nivîsandiyê dike û her kesê ku alîkariya me dike re spas dikin."
 
'Em hewil didin fikirên jinê pêş bixin'
 
Rêvebera Kongreya Star a kampa  Girê Spî Miha El-Hemid jî behsa vekirina perwerdeya ji bo jinan kir û wiha pê de çû: "Me serdana jinan li kampê kir da ku armanc û navaroka perwerdeyê ji wan re şirove bikin. Ji aliyê jinan ve jî ev yek hat pejirandin. Me pêdiviyên dibistanê li wan belav kirin. Gelek jinên ciwan jî beşdarî vê dewreyê bûn, dayik bi kêfxweşî tevlî vê dewreyê dibin û vê yekê hişt bêhtir em teşwîq bikin. Di destpêkê de me zehmetî dîtin, di pêvajoya yekemîn de em tîpên erebî hînî wan dikin. Armanca me ew e ku alîkariya jinên koçber ên ku di nava şert û mercên şer de zehmetî didîtine û koçberiyê bandora neyînî li ser derûniya wan kiriye, bikin. Her wiha em hewil didin ku fikirên jinê pêş bixin û wê ji tarîtiya nezaniya nexwandinê rizgar bikin. Ji ber ku zanîn ji bo jinê hewce ye, jê re di jiyana civakî de dibe alîkar û bi rêya zanînê kar û xebatên xwe pêş dixe."