ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 17 Sibat 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, derbarê hedefgirtina jinan ji aliyê hêzên desthilatdar ve, her wiha destdirêjiya ku li ser vîna jinan hatiye kirin û li hember van pêkanînan jî têkoşîna jinan ev tişt gotin: " Bi derketina felsefeya Rêber Apo re, jinê koletî veguherand hêza têkoşînê, Ji bo têkbirina pilanên desthilatdariyê fikirên Rêber Apo çareseiya herî mayin de ne."  Dîmen heye
 
*Hevseroka Navenda Werzîşê ya Ciwanên Qamişloyê Necma şêxo, derbarê danasîna rola jinê di nava werzîşê de nirxandin kir û got: “Jinê bi îradeya xwe zihniyeta civakê ya hîşk  şikand û xwedî li îradeya xwe derket, di nava lîstikvanan de em hewil didin ku rêzabên nû ji bo lîstikê biafrînin, Em bi hêvî ne ku ev yek bibe nîşaneya serkeftina tevahî jinan.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongreya Star a Kampa Koçberên Girê Spî Miha El-Hamid di derbarê perwerdekirina jinan de wiha got: "Em hewl didin ku fikirêN jinê pêş bixin û wê ji tarîtiya nexwandinê rizgar bikin. Ji ber ku zanin ji bo jinê hewce ye, jê re di jiyana civakî de dibe alîkar û bi rêya zaninê kar û xebatên xwe pêş dixe." DÎMEN HEYE
 
* Êzidiyên di encama êrîşa DAIŞ’ê de neçar mabûn koçî herêmê bikin, tevî nasnameya wan ya parastina qeydkirî heye jî ev meheke li nexweşxaneya dewletê nayên dermankirin.DÎMEN HEYE
 
* Melanîe Gîngell ya di Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî de cih digire, diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane pêk bê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferz e.
 
*Resmiye Baybars diyar kir ku du kurên wê girtîne û got divê demildest ev zext bi dawî bibin û got: “Li du kurê min ceza hat birîn. Di girtîgehên cuda de ne. Kurê min yê li girtîgeha Osmaniyê dimîne du sale di hucra yek kesî de tê girtin û ji ber îşkenceya dîtiye êşên wî zêde ne lê nayê dermankirin. Ez ji bo girtiyan banga hestiyariyê dikim.”DÎMEN HEYE
 
*Kadriye Kurt ya ku alavên bermahî ji nûve dinirxîne wiha got: “Min bi hêviyeke mezin dikana xwe vekir. Niha em nikarin kirêya xwe derbixin. Em difikirin ku dikanê bigirin. Xeyal jî carna têr nakin.” BI DÎMEN 
 
*Nurşen Er û malbata wê ku li gundê Zaxora a Heskîfê dijiyan, mala wan di bin ava bendavê de ma. Nurşenê da zanîn ku heta niha nêzî 50 gundî di bin avê de maye û got: “Êdî cihekî bi navê Heskîfê tune. Dema xaniyê xwe wisa dibînim xemgîn dibim, nikarim qebûl bikim.” BI DÎMEN