Li Hezexê kesên di 2016'an de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 15:48 16 Sibat 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina navçeya HDP’ê ya Hezexê, bi minasebeta 4'emîn salvegera qedexeya derketina kolanan a 16’ê Sibata 2016’an kesên di wê serdemê de jiyana xwe ji dest  dan bi bîr anîn.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Hezex a Şirnexê, bi minsebeta 4'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya 16’ê Sibata 2016’an  kesên di wê serdemê de jjiyana xwe li dest dan bi bîr anîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, Hevşaredarên Hezexê ku li şûna wan qeyûm hat tayînkirin Songul Erden û Murat Şen,  rêvebirên navend û navçeyên Şirnexê yên HDP'ê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bername bi rêzgirtinê hat destpêkirin.
 
‘Em dixwazin wekî hemû gelan azad bijîn’
 
Di serî de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî.  Sabahattîn, anî ziman ku qedexeya navçeya Hezexê û tevahiya navçeyên din zêdetirî 43 rojan berdewam kiriye û wiha got: “Di qedexeya 43 rojan de  gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, gelek kes neçar man ku ji warê xwe koç bikin. Xanî û avahî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin wêrankirin û hilweşandin. Piştî vê wêran û talanê me û gekê me baş fêm kir ku dewleta tirk çareseriyê naxwaze. Êdî hemû cihan dizane ku gelê kurd jiyanek bênasname û bêsitatû qebûl nake. Bila hemû dost û dijminên me vê baş bizanibin. Kurd tenê jiyanek wekhev, hevpar û demokratîk dixwazin. Kurd jî dixwazin wekî hemû gelan jiyaneke serbixwe û azad bijîn.”
 
‘Em ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin’
 
Piştre Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî  û wî jî di dema qedexeyê de kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anîn û wiha domand: “Birêz Ocalan di sala 2013’an de ji bo çareseriya kurd pêşniyar kiribûn. Lê belê  dewleta tirk qebûl nekir û tecrîda li ser birêz Ocalan giran kir. Ji ber vê jî dewletê biryara Saziya Ewlekariyê Mîllî kir meriyetê. Xwestin bi vê saziyê li her derê şer bidin destpêkirin û şerekî bêhiqûqî dan destpêkirin. Lê Gelê Kurd bi salan e di berxwedanê de ye. Ji ber vê jî di 16’ê Sibata 2016’an de li Hezexê şer dan destpêkirin. Li Hezexê şerekî bêhiqûqî hat destpêkirin. Di qedexeyan de 174 kesî jiyana xwe ji dest da. Ne bi tenê li Hezexê, her wiha li Nisêbîn, Cizîr, Gever û Amedê jî  ev bêhiqûqî hat meşandin. Lê belê em li dijî van êrîşan bûne bersiv. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.”  
 
Piştî axaftinan bername bi sînevîzyona ku derbarê qedexeyê de hat pêşandan hat temaşekirin.