TAJÊ li dijî biryara darvekirinê banga hestiyariyê kir

  • 15:37 16 Sibat 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî biryar darvekirinê ku ji bo ciwanê êzidî Xalid Şemo ji aliyê hikûmta Iraqê ve hat dayîn banga hestiyariyê kir û biryara darvekirinê şermezar kir. 
 
Hikûmeta Iraqê derbarê ciwanê êzidî yê kurd Xalid Şemo de biryara darvekirinê da û ev biryar di nava civaka êzidî de bû sedema bertekan. Divê çarçoveyê de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) jî derbarê biryara ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hat dayîn daxuyaniyeke nivîskî weşand, biryara darvekirinê ya derbarê ciwanê êzidî de ya Hikûmeta Iraqê û li hember vê bêdengiya Hikûmeta  Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. 
 
'Ciwanên êzidî xaka xwe ji dijminan re nehiştin'
 
TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna ciwanan û wiha got:"Di dîrokê de heta roja meya îro bi dehan ferman û komkujî bi ser civaka me ya êzidî de hatine. Lê bi têkoşîn û berxwedana ciwanên êzidî hertim dîrok, çand û ola kevnar a êzidiyan hatiya parastin. Herî dawî di fermana 3’yê Tabaxa 2014’an de dema ku çatayên DAÎŞ'ê axa Şengal û bi giştî ardnigariya îraqê dagir kirin û bi dehan komkujî pêkanîn, dîsa yên ku li ber xwe dan û xaka xwe ji dijminan re nehiştin ciwanên êzidî bun. Ciwanên êzidî ne tene axa Şengal parastin di heman demê de Îraq jî parastin. Lê hikumata Iraqê ku xwedî hêz bû nikarîbu Şengalê biparêza. Lê ne tenê Şengal bi giştî xaka îraqê ji çatayên Daişê re hişt. Bila her kas baş bizanibe ku ya hesab bidê û di dadgehan de bê dadgeh kirin di serîde hikumata Iraqê û ya başurê Kurdstanê yê. Ji ber ku ew ji jî ji fermana  fermana 3’ye Tebaxa 2014'an bwerpirsiyarin."
 
'Arman bêîradekirina ciwananên êzidî ye'
 
TAJÊ di dirêjiya daxuyaniyê de helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xist û ev tişt got: "Îro bi dehan çeteyên DAÎŞ'ê  ku hemwelatiyên Îraqê ne û deste wan di xwîna ciwanên êzidî de heye, di zindananên Iraqê de ne. Li  ruxmû hemû kiryarên wan yên derveyî axlaq heta niha ne hikumata Îraqê û nejî Hikumata Başurê Kurdstanê tu ceza li wan nebirîne û tu biyrar derbarê wan de nedane.
 
Li dijî van hemû pêkanînan em dibêjin ku ermanc ji bidarvekirina ciwanê êzidî Xalid Şemo bê îradekirina ciwanên êzidî ye û di heman deme de nîşaneya dijminatiya Hikumata Îraqê û ya Hikumata Başurê Kurdstanê ya li dijî civaka êzidî ye. Bila civaka me ya êzidî li hemberî van lîstikan şiyar be û bere xwe bidin warê xwe Şengalê."
 
TAJÊ banga hestiyariyê kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Li ser vî esasî em weka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di serî de bang li ciwan û tevahî civaka êzidî ya li welat û dervê welat dikin ku hemû rabin ser piyan û jiyana ciwanê êzidî Xalid Şemo ji vê metrsiyê rizgar bikin. Em weke civaka êzidî jin û ciwaninên êzidî biryara hikumata Îraqê û bêdengiya hikumata başurê Kuridstanê di warê darvekirina ciwanê Êzidî Xalid Şemo de şermezar dikin."